Rojeva Navenda NÛÇEYAN A 01-04-2022

Rojeva Navenda NÛÇEYAN A 01-04-2022
31 adar, 2022   23:00

-Bi boneya Cejna Ekîto, suryanên gundên Hikmiyê yê herêma Beravê yê Dêrikê şahiyekê li dar dixin, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Yekitiya Suryan bi boneya Cejna Ekîto şahiyekê li gundê Til Erbûş ê Til Temirê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo zarokên şehîdan şahiyekê li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê bîlançoya sûcên meha Adarê yên li kantona Efrînê ya dagirkirî eşkere kir. Her wiha da zanîn ku dewleta Tirk hîn jî siyaseta qirkirina etnîkî dewam dike û li hemberî vê civata navneteweyî bê deng e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cejna Ekîto wekî yek ji cejnên olî û civakî yên herî kevnar û gelêrî tê zanîn, ku mîrateya çandî û şaristanî ya gelên Suryanî, Asûrî, Keldanî û Babilî temsîl dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- TEV-DEM’ê li Qamişlo û Hesekê hemleyeke paqijiyê da destpêkirin. Endamê TEV-DEM’ê Ayid Îbrahîm têkildarî hemleya paqijiyê da xuyakirin ku dê hemle li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Rojnameger Aziz Koyluoglu da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker tu encaman ji êrişên li dijî HPG’ê bi dest naxe û got: "Dewleta Tirk hemû hêza xwe bi kar anî û tu tişt bi dest nexist û hat eşkerekirina ku ew hewl didin hikumeta Iraqê jî beşdarî êrişên li dijî HPG’ê bikin." (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Cahid Hesen got: "Şerê li Ukraynayê encama xitimandina alozî û şerên li Rojhilata Navîn e û xwezaya mirovî modela netewdewletê qebûl nake ku li ser wê bi giştî bûye bela." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qaftan got: ''Komîteya destûrî'' bi şeklê xwe yê niha ne rewa ye ji ber ku daxwazên gelê Sûriyê îfade nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Çalakvan û siyasetmedarên sûrî, diyar kirin ku zihniyeta hikumeta Şamê û îtîlafê ya neqebûlkirina aliyê din heman e. Her wiha hişyarî da ku nêrîna siyasî ya îtîlafê û mijarên di civînên '`Komîteya Destûrî'' de di bin navê sembolên dewletên û nasnameya wê dê li ser yekitiya Sûriyê xetere be. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li hemberî Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Xuya ye ji bo ku wekî sala 2021’an li hemberî gerîla têk neçe, di sala 2022’yan de zêdetir hewcedarî hevkariyê ye. Ji bo tola Garê û Werxelê hilîne, xuya ye yekser PDK daye cem xwe. Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de û daxuyaniya KCK'ê, PDK dê ji sala bihurî gelekî zêdetir di nava van êrişên qirkirin û dagirkeriyê de cih bigire.

KURDISTAN

- Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Silêman Hemo diyar kir ku lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşek ji komployên berdewam ên li dijî civaka êzidî ye û armanca wê ku Kurdistanê ji hev parçe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Cîhana îslamê amadekariyên pêşwazîkirina meha Remezanê dikin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gel ambargo û êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker mislman li benda vê mehê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA