Sedir ji bo avakirina hikûmetê 40 roj dem da Çarçoveya Hemahengî

Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda El Sedir diyar kir ew 40 roj dem didin aliyên di nava Çarçoveya Hemahengî ya Şie de da ku li gel hemû aliyan danûstandinan bikin û hikûmeta piranî ya nîştimanî bêyê Tevgera Sedir avabikin.

Sedir ji bo avakirina hikûmetê 40 roj dem da Çarçoveya Hemahengî
31 adar, 2022   19:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir derbarê hewildanên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de peyamek li ser Twitterê belav kir.

Sedir di peyama xwe de dibêje: “Piştî ku Tevgera Sedir piraniya kursiyên parlemanê bi destxist û bû hêza serkeftî ya hilbijartinê, hewil da koma herî mezin a Şie pêk bîne. Piştre jî karî firaksiyona piranî ya parlementoyê pêkbîne. Karî namzetek ji bo serokwezîr diyar bike li gorî daxwaza hemû aliyan.”

Muqteda Sedir di dewama peyama xwe de dibêje, di dema borî de hinek aliyan astengiyên mezin derxistin û niha jî astengiyan derdixin.

Her wiha Sedir diyar dike, ji bo Iraq ji vê zêdetir bê hikûmet nemîne, daxwaz ji aliyên nava Çarçoveya Hemahengî dike li gel hemû aliyan (ji bilî Tevgera Sedir) dest bi danûstandinan bike û hikûmeta nû ava bike.

Sedir dibêje ew 40 rojan dem dide Çarçoveya Hemahengî daku ji bo avakirina hikûmetek nîştimanî û piranî li gel hemû aliyan dest bi danûstandinan bike.