`Nêrîna îtîlafê û sembol û nasnameya dewletê heman zihniyeta dûrxistinê ye`

Çalakvan û siyasetmedarên sûrî, diyar kirin ku zihniyeta hikumeta Şamê û îtîlafê ya neqebûlkirina aliyê din heman e. Her wiha hişyarî da ku nêrîna siyasî ya îtîlafê û mijarên di civînên '`Komîteya Destûrî'' de di bin navê sembolên dewletên û nasnameya wê dê li ser yekitiya Sûriyê xetere be.

`Nêrîna îtîlafê û sembol û nasnameya dewletê heman zihniyeta dûrxistinê ye`
1 nîsan, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Hikumeta Şamê û ''Îtîlafa Sûriyê'' ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker careke din siyaseta xwe ya derxistina fîtneyê û parçekirinê di navbera gelê Sûriyê de teqez kir û careke din nijadperestiya xwe û înkarkirina mafên pêkhateyên din nîşan dan.

Ruxmî ku hikumeta Şamê û îtîlaf dijberê hev in, lê xwedî heman zihniyetê ne ku li hember gel Sûriyê û gelê Kurd dibin yek.

Ev yek di rojên derbasbûyî de, anku di gera 7`an a civînên ''komîteya destûrî'' de xuya bû. Di wê gerê de şandeya qaşo bi navê civaka sivîl ku ji kesayetên alîgirên hikumeta Şamê û yên din ên girêdayî dewleta Tirk (oposîzyonê) pêk tê pêşniyarek bi navê ''Nasnameya dewletên'' dan. Ev pêşniyar banga rûniştandina erebûna Sûriyê li ser hesabê pêkhateyên din dike. 

Pêşniyar wiha ye: “Komara Erebî ya Sûriyê" û "Erebûna, nasnameya çanda şaristanî ye ku bi girêdana dîrokî, erdnîgarî, berjewendî û êşên hevbeş ên gelê ereb tê birêvebirin. Komara Erebî ya Sûriyê beşek ji cîhana Erebî ye. Gelê Sûriyê beşek ji neteweya erebî ye. Erebîtî,  hemêzkerê şaristî ya hemû çandên pirreng e. Di çarçoveya wê de, têkil hev dibin û şaristaniya vî welatî ava dikin ku rolek di dewlemendkirina şaristaniya mirovî de lîst. Sûriye; dewleteke demokratîk û qanûna pirengiya siyasî û partiyetî jiyana siyasî bi rêve dibe û zimanê fermî erebî ye.” 

Di roja duyemîn a civînê de, şandeya hikumeta Şamê pêşniyarek bi navê ''Sembolên dewletê'' pêşniyar kir ku heta radeyeke mezin dişibe pêşniyara ''Nasnameya dewletê''.

Hemwextî wê, ''Îtîlafa Sûriyê'' nêrîna xwe ya siyasî eşkere kir ku bendên wê nakok bûn. Her wiha bi rewşa li herêmên dagirkirî jî nakok in.

Îtlîfa behsa mijarê bi erebîtiya dewletên isras kir û bi awayekî diyar behsa mafên pêkhateyên din nekir,  her wiha bêyî ku behsa ol û baweriyên din bike, behsa îslamê dike.

`ARMANCA KOMÎTEYA DESTÛRÊ DÛRXISTINA KURDAN E Û RAZÎKIRINA TIRKIYÊ YE`

Çalakvanê siyasî yê sûrî, parêzer Elaedîn El-Xalid Kalo destnîşan kir ku mekanîzmeyên'' Komîteya destûrî'' polîtîk û neheqî ye û wiha domand: "Mekanîzmeya avakirina komîteyê bi xwe tovên tunekirinê hildigire.  Armanca avakirina wê benckrina gelê Sûriyê ye û dirêjkirina temenê aloziyê ye. Her wiha armanc jê dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurd, Rêveberiya Xweser, MSD û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ye, da ku Tirkiye razî bibe. "

Kalo wiha domand: “Îtîlafa Sûriyê, di nav de endamên Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ajandeyên siyasî ne û di destê dewleta Tirk de ne. Mîna kevirê dominoyê ne ku siyasetên dijber, dijminane û yên dagirkirinê yên dewleta Tirk pêk tînin. Dewleta Tirk destekê dide wan da ku daxwazên wê pêk bînin. Ji ber wê bi tenê nikarin tu biryareke siyasî bigir.”

Kalo diyar kir ku nêrîna siyasî ya îtîlafê ya ji bo sazkirina reşnivîsa destûrê girêdayî bingehên rêveberin û birêxistinkirina kar û xebatên saziyên giştî nêrîneke netewperest û erebî bûn û wiha pê de çû: “Heta radeyeke mezin mîna reşnivîsa destûra şandeya rejîmê ye ku girêdayî sembolên dewletê ne. Pêşniyara her du şandeyan heman in, wekî sirûda nîştimanî e û divê zimanê fermî erebî be, dirav erebî sûrî be. Ruxmî ku têgeh cuda ne lê li ser zihniyeta dûrxistinê, netewperestiyê, erebîtiya dewleta Sûriyê, dûrxistina bizanabûn a kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyê û navendîbûna desthilatê li hev dikin.”

Kalo daxuyand ku ev nêrînên netewperest ên erebîtî li ser yekitiya Sûriyê xeter in û wê ji hêzên biyanî re bibin hincet ku di bin sîwana parastina mafên kêmneteweyan de mudaxeleya Sûriyê bikin.

`ÎTÎLAF ZILAMÊN ESED BÛN Û NIHA JÎ BÛN ZILAMÊN ERDOGAN`

Akademîsyan û lêkolînerê siyasî Îbrahîm Muslim têkildarî mijarê diyar kir ku nêrîna siyasî ya îtîlafê li gorî ku li ser malpera xwe ya fermî nivîsandiye, 'hilweşandina rejîmê, avakirina pergaleke demokratîk a pirrengî li ser bingeha wekheviya welatîbûnê' û got: " Lê di pratîkê de tiştek wisa tune ye. Perspektîfên wê ji perspeketîfên netewperest ên rejîmê ne cuda ne. Navê dewletê hîna Komara Erebî ya Sûriyê ye.”

Muslim da zanîn ku îtîlaf wek fikr, ji rejîmê ne cuda ye û got: "Sembolên îtîlafê berê zilamên Esed bûn û niha jî bûne zilamên Erdogan. Dîktatoriya berê bi yek din guhertin. Dema mijar dibe Kurd, çi rejîm an jî opozîsyon be behsa ewlehiya neteweyî dikin.”

Muslim anî ziman ku îtîlaf girîngiyê dide mijara olî ku li dijî dewleta sivîl û laîk e û nakokiyek di vê mijarê de heye. Her wiha îşaret pê kir ku îtîlaf di belgeyên xwe de banga pergaleke demokratîk a pirrengî û sivîl dike, lê di heman demê de li ser aliyê olî û Îxwan El-Muslimîn bi israr in.

Îbrahîm Muslim di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku her di belgeyeke komîteya destûrê de heger aliyek yan jî pêkhateyeke civaka Sûriyê bê dûrxistin, ew destûr dê bi bin keve û diyar kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêwîstî bi hevpeymaneke civakî heye ku hêviyên gelê Sûriyê bi giştî pêk tîne.

`PÊŞEROJEKE KIRÊT BI DESTÊ HIKUMETA ŞAMÊ Û ÎTÎLAFÊ XÊZ DIBE`

Analîzvan û siyasetmedar Ciwan Yusif jî got: “Nêrîna siyasî ya destnîşankirî vedigere 2013`an, ev belge rastî gelek rexneyan hatiye. Ji ber ku ne zelal û giştî bû û tê de gelek şîrove hebûn, nexasim ên têkildarî nasnameya Sûriyê ku mijara nakokiyê ye, dîsa jî ji aliyê kurdan ve ku rêjeya wan derdora ji sedî 15 in, ji xwe ew beşek ji Kurdistanê ye ku bêyî îradeya wan tev li Sûriyê hat kirin.”

Yusif nirxandina xwe wiha domand: “Em dikarin bêjin ku Kurd ji aliyê Sûriyê ve hatin dagirkirin, heta ku niha xwe wek beşekê ji têkoşîna demokratîk dibînin û hewl didin binesaziya rejîmê û dewleta Sûriyê li gorî hebûna xwe ya neçarî di erdnîgariya Sûriyeya nûjen de, biguherin. Lê îtîlafê gotina 'dewleta Sûriyê bi awayekî fermî kêmneteweyên civaka sûrî nas dike û îtîraf bi mafên wan dike ku dikarin bi zimanê xwe biaxivin û ayînên xwe li gorî qanûnê pêk bînin' paşguh dike. Dîsa jî wekî kêmnetewe xwedî maf e ku ziman û edetên xwe bi kar bîne, nas nekir.  Ev dide diyarkirin ku hişmendiya îtîlafê heman ya rejîmê ye.”

Der barê nîqaşa li ser nasnameya dewleta Sûriyê de Ciwan Yusif got: “Mixabin, kesên ku ev kaxiz pêşkêş kiriye, komek qaşo bi navê civaka sivîl e yan jî aliyê sêyemîn e ku diviyabû nûnertiya kesên ku dengê wan tune ye bikira. Her wiha qada ku rejîm û oposîzyon lê nakok in, rave bikira. Lê mixabin ev kaxiz û navaroka wê  pêşerojeke kirêt ji Sûriyê re çêdike. Xuyaye ku rejîm û opozîsyon li ser vê pêşerojê li hev dikin.”

Yusif her wiha îşaret pê kir ku çi nîqaşên ku di civîna 7`an de hatine kirin di wir de ma û desteya danûstandinan tu daxuyanî yan jî guhertin yan jî dijberî pêşniyara şandaya rejîmê yan jî koma civaka sivîl nedan û got: "Em dikarin bêjin ku ji destpêkê civînê ve bêdengî serwer bû. Ev dide xuyakirin ku tu nêrîn li gel şandeya opozisyonê tune ye."

Ciwan Yusif bi domdarî got: “Ji bo kurdan, her du al nayên qebûlkirin. Her du jî nîşaneya nasnameya netewperestî nîşan didin. Ji wê zêdetir, di bi wan her du alan de, neheqî li kurdan hatiye kirin, ji Qamişlo ta Efrînê xwîna gelê kurd hat rijandin. Tevî ku nûnerên rejîm û îtîlafê cuda ne lê hişmendî yek e. Pişt deh sal alozî û wêranî pêwîst e rêyên çareseriyên bên dîtin.”

' ENKS'Ê ŞAHIDÊ DÛRXISTINA KURDAN E, DÎROK WÊ REHMÊ NEKE '       

Têkidarî helwesta ENKS'ê ku beşek ji "Îtîlafa Sûriyê" ye, parêzer Elaedîn Kalo got: "Helwesta endamên ENKS'ê ya têkildarî lihevkirinên şandeyên îtîlaf û dewleta Sûriyê ya li ser netewe û erebbûna dewleta Sûriyê gelekî erênî ye. Her du jî neheqiyê li gelê Kurd ê resen dikin ku beşek ji dewleta Sûriyê ye. Ev helwest ji bo razîkirina Tirkiyê ye.  Di esas de hebûna ENKS'ê di nava îtîlafê de ew e ku li şûn mafên rewa yên kurdan biparêze, bi hemû rêbazên derew û xapandinê neheqiyê li kurdan bikin, rastiya projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Kurd xwedî lê derketine, QSD û MSD'ê reş bikin."

Ciwan Yûsif jî got, tu roleke aktîv a ENKS'ê di vî îtîlafê de nîne û wiha domand:  " Tu rola ENKS'ê di îtîlafê de nemaye û hebûna wê tenê wekî şahidekî sexte ye, an jî mîna di şanoya hunermend Adil Îmam a (Şahid tiştek nedîtiye) de diyar dibe. Delîlê vê jî ku gelek mijar tên derbaskirin, lê hayê îtîlafê jê nîne. Berê jî îtîlafa Sûrî daxuyaniyên şermezarkirina ENKS'ê da.  ENKS'ê bi xwe şahidê daxuyaniya îtîlafê ya piştgiriya dewleta Tirk bo dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê ye."

Ciwan Yûsif axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dîrok rehme li hikumeta Vichy nekir ku bi naziyan re bû hevkar, ez bawer nakim ku wê rehmê li ENKS'ê be ku di îtîlafê de ye."

(şx-dx)

ANHA