Li 3 navçeyên Qamişloyê 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li navçeyên kantona Qamişlo bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

31 adar, 2022   16:58
QAMIŞLO

Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan, PYD û Kongra Star şahiyek li taxa Enteriyê ya Qamişlo li dar xist.

Şahî bi ber avahiya PYD'ê ya taxê bi beşdarbûna endamên Kongra Star, TEV-DEM, Meclisa Malbatên Şehîdan, TEV-DEM û bi dehan şêniyên bajar hate lidarxistin.

Di şahiyê de helbestvan Ferhad Merdê helbest xwendin û stranbêj Mueweyd Şiwêş stra.

Endamê rêveber ê PYD'ê yê taxa Enteriyê Haşim Şiwêş rojbûna rêber Ocalan li tevahî gelên herêmê pîroz kir û soza şopandina fikr û felsfeya rêbertî da.

Di dawiya şahiyê de li ber stranên şoreşgerî govend hatin gerandin.

DÊRIK

Bi diruşma "Di sala serkeftinê de, ciwan fedayeyî rêber Abdullah Ocalan in" û "Werin cenga azadiyê", Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan şahiyek bi boneya 4'ê Nîsanê li gundê Hemze Beg ê herêma Koçeratê li dar xist.

Di şahiya ku bi sedan şênî amade bûn de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wensa Şawîş got: "Rojbûna rêbertî ji bo gelên azadîxwaz destpêka jiyaneke nû ye û di dîroka gelên herêmê bi taybet gelê Kurd de roja vejînê ye."

Piştî axaftinan, koma Şîlan a ji Rimêlanê stran gotin, şanoger Sozdar Berazî jî şanoyek li ser rola ciwanan di şoreşê û parastina destekftiyan de pêşkêş kir.

Di dawiyê de beşdaran li ber stranên hunermend Baran Cûdî govend gerandin.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê, bi boneya 4'ê Nîsanê dar li baxçeyê Rêber APO hatin çandin.

Bi dehan endamên PYD û saziyên civaka sivîl bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan dar li baxçeyê Rêber APO.

ANHA