Bi boneya 4'ê Nîsanê çalakiyên cûda hatin lidarxistin

Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cuda li dar ketin. Beşdaran îşaret bi girîngiya xurttkirina xeta berxwedan û têkoşînê heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, kir.

31 adar, 2022   12:40
QAMIŞLO

Bi boneya 4`ê Nîsanê roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan û bi armanca xuttkirina çanda çandina daran, her wiha da ku zarok ji xwezayê hez bikin, Komîteya Şilêr a Zarokan îro li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo dest bi Însiyatîfa çandina daran kirin. Hemle dê 4 rojan li navçeya Dêrik û Hesekê dewam bikin. Bi dehan zarok û malbatên wan tev li însiyatîfê bûn û dê 150 daran biçînin.

TIRBESPIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ji bo zarokên şehîdan şahiyek li hola Erd El-Ehlam li dar xist.

Di şahiyê de têkildarî axaftina rêber Abdullah Ocalan bi zarokan re, sînivîzyonek hate weşandin, piştre komên Şehîd Dilgeş û koma Zarokên Şehîdan stran.

TIL HEMÎS

Têkildarî heman boneyê Navenda Çand û Hunerê ya Navçeya Til Hemîs a Kantona Qamişlo şahiyek li dar xist. Bi dehan endamên saziyan, nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên eşîrên herêmê di şahiyê de amade bûn.

Destpêka bernameyê endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Yusif Xidir El-Mehwes axivî û rojbûna rêber Abdullah Ocalan li gelê berxwedêr pîroz kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo jiyanake azad demokratîk tê dikoşîne."

Endama Kongra Star a navçeyê Meha Silêman El-Mihemed  got, ew ê têkoşînê dewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan were misogerkirin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîs Xalid El-Nayîf jî axivî û got: "Êrişên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi saya vîn û berxwedana gelan, têk biçin."

Di dawiya bernameya şahiyê de, şano û stran hatin pêşkêşkirin.

DIRBÊSIYÊ

Li Dirbêsiyê ya kantona Hesekê jî Kongra Star şahiyek bi boneya 4'Nîsanê  li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeyê, gund û bajarokên girêdayî wê tev li şahiyê bûn.

Endama rêveber a Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Aylem Dirbêsiyê axivî û rojbûna rêber Ocalan li tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Eylem Dirêbisyê got: "Rojbûna rêbertî bandor li şoreşê kir û ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz rojeke nû ye. Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî divê asta têkoşînê were xurtkirin."

Dawiya şahiyê koma Zîlan stran gotin û beşdaran govend gerandin.

KOBANÊ

Li Kobanê  jî Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê hemleya çandina daran da dest pkirin. Hemle ji Parka Rêber Apo ya li gundê Siftik dest pê kir.

Endama rêveber a gerînendeyê Tolîvan Ehmed anî ziman ku 4`ê Nîsanê xwedî girîngiyek e, tê de zanyar û hevalê jîngehê rêber Abdullah Ocalan hate dinê.

Tolîvan Ehmed banga tevlêbûna hemleyê kir.

EYN ÎSA

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/ZmXutaLDC9s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi boneya 4'ê Nîsanê roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Şaredariya Gel a Navçeya Eyn Îsa hezar û 500 dar li komînên navçeyê belav kirin. Nivîsgeha Jîngehê ya Şaredariya Eyn Îsa dar li 26 komînên girêdayî navçeya Eyn Îsa belav kirin. Tê payîn ku di vê çarçoveyê de bi dehan dar li baxçeyê navnedî werin çandin. Têkildarî mijarê hevserokê Nivîsgeha Jîngehê ya Şaredariya Eyn Îsa Osman Remo axivî û wan hezar û 500 dar li komînan belav kirine, ew ê jî li tax û gundên xwe biçînin.

(eh)

ANHA