Cenazeyên şehîdên teqîna li Şehbayê hatin veşartin

Bi hezaran şêniyên kantona Efrînê cenazeyê 2 jinên ku ji ber teqîna li komîna Heftemîn  a li navçeyan Ehdas a Şehbayê şehîd bûne spartin axê.

Cenazeyên şehîdên teqîna li Şehbayê hatin veşartin
Cenazeyên şehîdên teqîna li Şehbayê hatin veşartin
Cenazeyên şehîdên teqîna li Şehbayê hatin veşartin
Cenazeyên şehîdên teqîna li Şehbayê hatin veşartin
Cenazeyên şehîdên teqîna li Şehbayê hatin veşartin
Cenazeyên şehîdên teqîna li Şehbayê hatin veşartin
Cenazeyên şehîdên teqîna li Şehbayê hatin veşartin
31 adar, 2022   12:33
ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên kantona Efrînê cenazeyên Nizhet Seydo û Cemîla Osman Memo yên duh di teqîna topên gazê ya li komîna Heftemîn a li navçeya Ehdas de şehîd bûne, ji nexwaşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê wergirtin û ber bi goristana Şehîdan a li Fafînê ve ketin rê.

/ar/uploads/files/2022/03/31/105957_zlwkh-bkr.webp

Li goristanê hevseroka Meclisa kantona Efrîn, Zelûx Bekir sersaxî ji malbatên her du şehîdan û hemû şehîdên Efrînê re xwest.

Zelûx Bekir bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî koçberên Efrîn yên li Şehbayê û destnîşan kir ku deweta Tirk hewl dide berxwedana şêniyên Şehbayê têk bibe û wiha dom kir: "Her ku berxwedana şêniyên Şehbayê zêde dibe, deweta Tirk êrişên xwe li dijê gelê berxwedêr zêde dike."

Zelûx Bekir wiha pê de çû: "Eger teqîn bi şaştî hatibe kirin, em ê berxwedana xwe bidomînin û eger bi plan hatibe kirin dê sûcdar werin cezakirin û lêpirsîn hîn jî ji aliyên peywendîdar ve berdewam e."

Zelûx Bekir diyar kir ku her du şehîd ji bo xizmeta şêniyên navçeyê di komîna Heftemîn de cih girtibûn.

Piştre cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê, Mihemed Ebdo wesîqeyên her du şehîdan xwend û radestî malbata wan kir.

/ar/uploads/files/2022/03/31/110118_mhmd-abdw.webp

Teqîn duh li komîna Heftemîn a li navçeya Ehdas, dema ku alîkarî belav dikirin, pêk hat û di encamê de du endamên komînê Nizhet Seydo Seydo (45) û Cemîle Osman Memo (77) şehîd bûn û 8 kesên din jî birîndar bûn.

(dx)

ANHA