Şêniyên Dêrikê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re meşiyan

Bi hezaran şêniyên Dêrikê û herêmên Koçerat û Beravê yên navçeya Dêrikê bi meşekê hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk  a dagirker re şermezar kir.

Şêniyên Dêrikê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re meşiyan
Şêniyên Dêrikê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re meşiyan
Şêniyên Dêrikê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re meşiyan
Şêniyên Dêrikê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re meşiyan
Şêniyên Dêrikê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re meşiyan
Şêniyên Dêrikê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re meşiyan
Şêniyên Dêrikê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re meşiyan
31 adar, 2022   12:51
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên navçeya Dêrikê û herêmên Koçerat û Beravê li qada Azadî kom bûn û ji bo şermezarkirina hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re û bîranîna salvegera 76`an a damezirandina Komara Mehabadê meşiyan. Di dema meşê de hemû dikan hatin girtin.

Di meşê de diruşmeyên "Na ji xiyanetê re", "Bijî biratiya gelan", "Na ji şerê birakujiyê re" û "Dem dema yekitiya neteweyî ye" hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîdan bi dawî bû û veguherî mîtîngê.

/ar/uploads/files/2022/03/31/114727_img_06847e1.webp

Di mîtîngê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Hiso axivî û got: “Gelê ku zarokên xwe dike qurban, serî ji xiyanetê re natewîne. Ji ber ku ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan fêr dibe kesek nikare li pêşiya fedekariyên gelê me bisekine.” 

Hiso diyar kir ku ji dema damezirandina Komara Mehabatê û heta roja îro xeta xiyanetê dewam dike û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî komplo û planên li dijî doza kurdî têne kirin, bisekinin.

Hiso hevkariya PDK`ê şermezar kir û berxwedana HPG`ê li hember dewleta Tirk a faşîst silav kir.

Li ser navê Dayikên Aştiyê, dayîka şehîd Hevrîn Xelef Suad Mistefa axivî û got: “Em dayikên aştiyê bang li gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li ser masaya diyalogê rûnin, bibin yek û li hember komplo û  planên li dijî gelê me û gelên herêmê li bisekinin.”

/ar/uploads/files/2022/03/31/114741_img_06897e1.webp

Sûda Mistefa wiha domand: “Dayikên Aştiyê komployên li dijî Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê red dikin. Ji ber wê divê dayîkên şehîdan li hember xiyanetê bisekinin.”

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(şx)

ANHA