Dr.Azad Reşo: Rewşa birîndarên teqîna li Ehdasê baş e

​​​​​​​Endamê rêveber ê nexweşxaneya Avrîn got, rewşa birîndarên di encama teqîna li navçeya Ehdasê baş e, lê ji ber ambargoya li ser kantona Şehbayê û nebûnan dermanan birîndarek rakirin nexweşxaneyên bajarê Helebê.

Dr.Azad Reşo: Rewşa birîndarên teqîna li Ehdasê baş e
Dr.Azad Reşo: Rewşa birîndarên teqîna li Ehdasê baş e
Dr.Azad Reşo: Rewşa birîndarên teqîna li Ehdasê baş e
Dr.Azad Reşo: Rewşa birîndarên teqîna li Ehdasê baş e
31 adar, 2022   11:18
ŞEHBA

Endamê rêveber ê nexweşxaneya Avrîn Azad Reşo daxuyand ku rewşa birîndaran baş e, lê welatiyê bi navê "Hemdo Faris Hemdo" rakirin nexweşxaneyên Helebê, ji ber ku kantona Şehbayê dorpêçkirî ye û derman lê peyda nabin.

Reşo bang li rêxistinên navneteweyî û hiquqî kir ku ambargoya li ser kantonê rakin, her wiha derbaskirina dermanan, hêsan bikin.

Duh bi şev li komîna 7`an a navçeya Ehdasê madeyên xêrxwaziyê li şêniyan dihat belavkirin, teqînek pêk hat. Di encamê de 2 jinên endamên komînê; Cemîle Osman Mamo (77) û Nizhet Seydo Seydo (45) jiyana xwe ji dest da û 8 kesên din birîndar bûn.

 (eh)

ANHA