Nûrî Mehmûd bi Franscois Hollande re civiya

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd bi serokê Fransayê yê berê Francois Hollande re civiya. Hollande piştrast kir ku ew ê piştevaniya Rojava bikin.

Nûrî Mehmûd bi Franscois Hollande re civiya
31 adar, 2022   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûrî Mehmûd di çarçoveya xebata dîplomatîk a ku li Ewropayê dimeşîne de, bi serokê Fransa yê berê re civiya.

Di hevdîtinê de her du aliyan behsa rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û kiryarên çeteyên DAIŞ`ê li herêmê bi taybet, her wiha xetereya wan, kirin.

Nûrî Mehmûd îşaret bi ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bandorên wê li ser rewşa herêmê nexasim ku xetereya çeteyan hîn jî heye, kir.

Serokê berê yê Fransyê jî spasiya YPG`ê kir û ji Nûrî Mehmûd re got: "Em deyndarên we ne, ji ber ku we ji dêvla me şerê terorê kir, lê em ê li kêleka Rojava bin."

Tê destnîşankirin ku hevkariya di navbera her du aliyan de dema êrişên çeteyan ên li dijî Kobanê sala 2014`an pêş ket.

Francois Hollande serokê yekemîn e ku ji fermandarên YPJ Nesrîn Ebdullah û hevseroka PYD`ê li qesra Elysees pêşwazî kir.

(eh)

ANHA