Mamoste û xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin

Navenda Perwerdê ya bajarokê Sûsê yê Dêrazorê mamoste û xwendekarên jêhatî xelat kirin.

Mamoste û xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin
Mamoste û xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin
Mamoste û xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin
Mamoste û xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin
Mamoste û xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin
31 adar, 2022   14:56
DÊRAZOR

Şahiya xelatkirinê bi beşdarbûna şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên Komîteya Perwerde ya Dêrazorê û nûnerên meclisên xwecehî, mamoste, xwendekar ên ji 51 dibistanan û malbatên wan, tevî bi dehan şêniyan li dar ket.

Bi navê Navenda Perwerde ya Sûsê Casim El-Hewer bi xêrhatina beşdaran kir û xelatkirina mamoste û xwendekarên serkeftî pîroz kir. Her wiha îşaret bi xebatên mamosteyan ên ji bo pêşxistina qada perwerdeyê dest nîşan kir.

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê Emîne Salih jî xwendekar û mamoste pîroz kir û keda wan a ji bo pêşxistina asta perwerde û fêrkirinê silav kir.

Di şahiyê de, hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Meraşîda, Eseed El-Dexîl, xebatên kadroyên perwerdeyê yên Dêrazorê yên bi armanca vejandina qada perwerdeyê, li gel wêraniya  li herêmê silav kir.

Piştre komên zarokan stran, şano, dîlan û helbest pêşkêş kirin.

Di dawiyê de Komîteya Şopandinê ya girêdayê Navenda Sûsê xwendekar û mamosteyên jêhatî xelat kirin. Her wiha rêveberiya navendê bi hevkariya dibistanan pêşangeheke vekir.

ANHA