​​​​​​​Rojnameyên erebî: Berhem Salih daxwaza Barzanî ya vekişînê red kir

Rojnameyên erebî vê sibê îşaret bi kuştina 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê li Derayê, xitimîna rewşa siyasî ya li Iraqê û kar û barên Sûdanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Berhem Salih daxwaza Barzanî ya vekişînê red kir
31 adar, 2022   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI DERAYÊ 2 LEŞKERÊN HIKUMETA ŞAMÊ HATIN KUŞTIN’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset ev nivîsand: "Li Derayê kesên nenas êrişî dewriyeyeke polîsan kir, di encamê de 2 leşkerên Sûriyê hatin kuştin.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê SANA diyar kir ku kesên nenas li ser rêya navneteweyî ya di navbera Xirbet Xezale û bajarê Dail de, gule li dewriyeya polîsan reşandin, di encamê de 2 leşkerên Sûriyê hatin kuştin.

Ajansa SANA ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên fermandariya polîsên Derayê, ragihand ku di encama gulebaranê de 2 leşker hatine kuştin û 2 kesên din birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku di saetên derbasbûyî de, li parêzgeha Derayê kesên nenas bombe avêtin maleke li bajarokê Cîze yê li rojhilatê Derayê û di encamê de zirarên madî çêbûn.

SOHR`ê eşkere kir ku di encama gulebarana yekîneyên ewlekariyê yên dewletê de, 12 zarok birîndar bûn."

‘BERHEM SALIH VEKIŞÎN RED KIR’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb ev nivîsand: "Çavkaniyeke iraqî ji El-Ereb re da zanîn ku serokê PDK`ê Mesûd Barzanî bi rêya aliyekî sêyem bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re axivî û jê xwest ku dev ji rikeberiya li ser peywira serokkomariyê li hemberî vekişandina Rêber Ahmed berde.

Çavkaniyekê ji El-Ereb re diyar kir ku serokkomar Berhem Salih daxwaza Mesûd Barzanî red kir û got: "Dema lihevkirinan bi dawî bû û divê Barzanî bizane ku Iraq derbasî qonaxeke nû bûye û hewcedarî guhartinên bingehîn e.”

Aliyên siyasî diyar kir ku civîna roja çarşemê ji bo Koalîsyona Sêalî binketinek bû, ji ber ku tenê 152 parlamenter tev lê bûn, ev jî tê wateya ku hejmara parlamenterên destekê didin vê koalîsyonê, kêm bûye.

Serokatê parlamantoyê Mihemed El-Helbûsî dema rûniştina bê diyar nekir, têkildarî vê yekê çavdêr pêşbîn dikin ku tenê rêyek li pêşberî El-Sadir maye ku ew jî vegera li Çarçoveya Koodînasyonê û tawîzên ji Nûrî El-Malikî re, her wiha tevlêbûna wî ji bloka mezin re û pêkanîna daxwazên wî ye. Ger wiha nebe dê hilbijartinên nû li dar bikevin.

Sekreterê giştî yê Rêxistina Bedir û serokê Koalîsyona El-Fetih a di nava Çarçoveya Koodînasyonê de Hadî El-Amirî hemwextî civîna hilbijartinên serokkomariyê ragihand ku hêzên çarçoveyê dixwazin însiyatîfa bi armanca bidawîkirina aloziya siyasî ya welat, ragihînin."

‘BÛRHAN LI QAHÎREYÊ YE… GELEK DOSYEYÊN BIGIRÊK HENE’

Der barê kar û barên Sûdanê de rojnameya El-Beyan jî wiha nivîsand: “Serokê Meclisa Serweriyê ya Sûdanê Ebdulfettah Bûrhan duh gihaşt paytexta Misirê Qahîreyê. Ev serdan girîng e, ji ber ku rewşa hundirîn xitimiye û geşedanên herêmî û navneteweyî hene, ev jî rasterast bandorê li dewletên cîhanê dike. Çavdêr pêşbîn dikin ku divê hevkarî xurttir bibe da ku bandorên neyînî yên li ser bajarên herêmê werin rakirin.

Lêkolînerê siyasî Ehmed Mihemed Ebdulxenî da zanîn ku Misir dikare di dosyayên dewletên cîranên xwe de rolekê bilîze, nexasim dosyaya Sûdanê.

Li gorî daxuyaniya hevbeş a serokên Meclisa Serweriyê ya Sûdanê û serokê Misirê Ebdulfettah El-Sîsî, aliyê Misirê piştrast kir ku Misir rewşa ku Sûdan niha tê re derbas dibe, baş nas dike û divê hevkarî çêbe, lê bi şertê ku ev geşedanên heyî bandorê li qada navneteweyî nekin.”

(eh)