​​​​​​​Merwan Medah: Em ji her demê zêdetir nêzî avakirina Rêveberiya Xweser in

Berdevkê Fermî yê rêxistina "Siwêda Ewelen" Merwan Medah got, xwepêşandanên Siwêdayê dûrî siyasetmedarên klasîk û muxalefta klasîk in. Her wiha hişyarî ji rewşa binakok ku dibe were teqandin da û destnîşan kir ku di nava bijarteyên pêş de serhildana çekdar an ji serhildana sivîl hene û civaka çiya nêzî fikrê Rêveberiya Xweser bûye.

​​​​​​​Merwan Medah: Em ji her demê zêdetir nêzî avakirina Rêveberiya Xweser in
31 adar, 2022   04:17
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Li bajarê Siwêdayê, piştî derkirina dewriyeke hêzên hikumeta Şamê, tevlîhevî û belavbûna "Tevgera Rîcal El-Kerame" heye û bi vê yekê bersiva saziyên ewlehiyê da. Ji ber saziyên ewlehiyê endamekî şandeya olî ya Lubnanê ku berê xwe dabû Siwêdayê girtibûn.

Li Siwêda ku dikeve başûrê Sûriyê xwepêşandan didomin. Li parêzgehê xwepêşandanên banga serastkirina siyasî, aborî, jiyanî û xizmetguzarî tên lidarxistin.

Der barê vê yekê de ajansa me ANHA`yê hevpeyvîn bi Berdevkê Fermî yê rêxistina "Siwêda Ewelen" Merwan Medah re çêkir. Medah di axaftina xwe de behsa armancên lidarixstina xwepêşandanan, encamên ku heta niha bidest xistine, çawaniya danûstandina hikumeta Şamê bi wan re û çareseriya baş ji aloziyê re, kir.

‛XWEPÊŞANDANÊN DÛRÎ MÛXALEFETA KLASÎK’

Merwan Medah di destpêkê de lidarxistina xwepêşandanan ku gihaştine kîjan astê nirxand û wiha got: "Xwepêşandan ne rojane ne. Ew mîna çalakî û xwepêşandanên her demekê ku têne lidarxistin in. Armanca wan berdewamî û mayîna bingeha xwepêşandanê ye."

Merwan Medah di axaftina xwe de nebeşdarbûna hin aliyan rexne kir û ev tişt anî ziman: "Hê jî beşdarbûna gelêrî ya berfireh tune ye. Tenê hin çalakvan, oldarên ciwan ku dûrî siyaseta klasîkû dûrî mûxalefeta kevneşopî ne tev li xwepêşandanan dibin."

‛REWŞ TEVLÎHEV Û LI BER TEQÎNÊ YE’

Têkildarî rewşên ku di nava du rojên borî de li Siwêdayê rû dan Medah wiha axivî: "Rejîmê hebûna xwe ya ewlehî li parêzgehê xurt kir û navenda bajarê Siwêdayê kiriye kelha û vê yekê jî hêrsek li gel şêniyan ava kir."

Medah wiha pê de çû: "Di rojên dawî de geşedanan rû da. Ji wan kuştina du kesan ji malbatekê ku di erebeyekê de bûn û endamên din jî birîndar bûn. Ew jî ji ber êrişa komeke çekdar a girêdayî alavên ewlehiyê bû. Her wiha saziyên ewlehiyê şêxê lubnanî ku di nava şandeyekê de ji bo sersaxiya ji Siwêdayê re hatibû, girt. Ji ber vê bûyerê û beriya wê gelek bûyerên din komên çekdar di nav de Tevgera Rîcal El-Kerame hin bendên kontrolê yên ewlehiyê neçar kir ku cihên xwe vala bikin."

Medah destnîşan kir ku rewş bi gitşî tevlihev e û dibe di kîjan kêliyê de biteqe.

Merwan Medah di berdewama axaftina xwe de hişyarî ji hewldanên hikumeta Şamê ji bo parçekirina di nava civakê de da û wiha axivî: "Derxistina parçebûnê di Siwêdayê de hewldaneke kevn e û rojekê jî nehatiye rawestandin. Helbet ev yek ji destpêka şoreşa Sûriyê ve har dibe."

‛GELEK VEBIJARK DI NAV DE SERHILDANA ÇEKDARÎ YAN JÎ SERHILDANA SIVÎL’

Der barê bûyeran de Merwan Medah got: "Dibe di rewşê de zêdetir ji xwepêşandan û bûyerên ewlehiyê di nav de serhildana çekdarî yan jî serhildana sivîl hebin. Desthilat tu berpirsiyariyê ranake û tu tiştî ji aliyê rewşa jiyanî, xizmetguzarî û ewlehî, pêşkêş nake."

Medah di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Rewşa jiyanî roj bi roj bi paşketina lîreya sûrî re xirabtir dibe. Di warê xizmetguzarî de rewş xirab e nexasim di warê kehrebeyê de. Lê di warê ewlehiyê de krîz e. Parêzgeh bû çavkaniyeke rast ji sûcan re bi hemû cûreyên wê, ji madeyên hişbir û qaçaxçî. Ev hemû bi destekdayîna alavên ewlehiyê û komên çekdar ên ji Îranê weke Hizbullah û Difaa El-Wetenî pêk tên."

‛ALOZIYEKE SERDESTIYÊ KÛR DIBE’

Merwan Medah red kir ku xwestekên xwepêşandêran tenê jiyanî bin û wiha axivî: "Ev xwestek hemû siyasî ne. Xwestekên jiyanî rewşeke siyasî ne û xemên xizmetguzarî rewşeke siyasî ne, her wiha xemên ewlehî jî rewşeke siyasî ne. Ji ber aloziya jiyanî, xizmetguzarî û ewlehî li Sûriyê aloziya desthilatî ya  kûr e. Ew jî aloziyeke siyasî ye. Cûdahiya wê ku gelê Siwêdayê dirûşma ji bo xistina rejîmê pêşkêş nekir. Ew jî bi nêrîna min di çarçoveya veguhertina rejîmê de ber bi xebatkarekî li gel rûs û îraniyan bê wate ye. Rejîma Hafiz El-Esed ku em wî nas dikin ji kêliya vexwendina rejîma biyanî û rîhanên li ser, bi dawî bû."

Merwan Medah di axaftina xwe de destnîşan kir ku xwepêşandêran xwestekên siyasî di nav de tunekirina gendeliyê, vegerandina rûmeta mirovên sûrî pêşkêş kirin.

Girêdayî berpirsiyariya rejîma navendî ya hikumeta Şamê ji aloziyan re Medah texmîn kir ku pirsgirêk ne di navendbûnê de ye (Tevî ku nenavendîbûn xwedî nîşaneyên û baştir e) ku dibe piraniya pirsgirêk û zehemtiyên ku çêbûne bihatana derbaskirin heke endamên pir girîng di navendîbûnê de hebûna ku zelalî û demokrasî pêk bianiya.

Medah wiha pê de çû: "Welatên pir pêşketî û îstîqrar hene ku navendîbûnê pêk tînin, lê xwedî zelalbûn û demokrasiya rast in, ku tê de têgehên desthilatiyê bi awayekî aştiyane tên birêvebirin, hebûna rasteqîn a sazî, qanûn, desthilat ji ol qut e, azadiya nêrîn, jiyan parteyetê ya xwezayî û siyaseta xwezayî hene. Bê guman ev ne ji bo hemû gelan derbasdar e, bo nimûne ji bo Frasna derbasdar e, lê ji bo Belçîka na. Çima? Ji ber ku pirrengiya etnîkî li hin welatan, jê jî Sûriyê dihêle nenavendîbûn baştir be."

Medah diyar kir ku nenavedbûn bi hebûna pirrengiya hin zemîn û mafên taybet ên di nava dewleteke hevbeş de tê qebûlkirin û dihêle pêkhate pê bihesin ku ji vî welatî ne, ne ku girêdayî yan jî hatine paşguhkirin. Di serê van mafan de jî mafê ziman e ku her pêkhateyek bi zimanê xwe danûstandin bike û perwerde bibe. Bê guman ev hin taybetmendiyê nenavendîbûnê ye û gelek taybetmendiyên din jî hene.

Têkidarî vê mijarê Medah ev tişt got: "Lê tişta ku desthilata Sûriyê di dirêjahiy dîrokê de ji dema Ebdunasir heta Baasê, dûvre Esedê bav û Esedê kur, dîrokeke ji navendîbûna tije desthilat, destpotî û çewisandina li hember hemûyan e. Ji wê zêdetir jî li her kesê ne ereb, nêrîneke nijadperestî dihat nêrîn."

‛CIVAKA SIWÊDAYÊ ÊDÎ JI HER DEMÊ ZÊDETIR NÊZÎ FIKRÊ RÊVEBERIYA XWESER E’

Têkildar çareya ku pêdiviya Siwêdayê pê heye, serokê rêxistina Siwêda Ewelen Merwan Medad wiha got: " Desthilat li Siwêdayê êdî bûye barek, li şûna naskirina pirsgirêk, çareserkirin û pêkanîna berpirsiyariya xwe li hember wan bûyeran û danûstandina bi civakê re, helwesta temaşeker nîşan da û bi rêya hemû dezgehên çapemeniyê û kesên girêdayî wê ji Siwêdayê bi şev û roj derewan dike."

Medah ev tişt anî ziman: "Civaka Siwêdayê êdî ji her demê zêdetirî nêzî fikrê Rêveberiya Xweser dibe û bi awayekî mezin di nava gel de belav bûye. Lê mixabin hîna hin astengî li pêş wê hene."

Serokê rêxistina Siwêda Ewelen Merwan Medah wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Pêdiviya pêkanîna Rêveberiya Xweser bi hevbendî yan jî îtîlafeke siyasî ya mezin heye, her wiha pêdivî bi hêzeke parastinê heye. Ez texmîn dikim gelek dem û xebat û têkilî ji vê yekê re pêwîst in."

(bx)

ANHA