ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-03-2022
30 adar, 2022   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê bi boneya rojbûna rêber Ocalan şahiyekê ji zarokên şehîdan re li hola Erd El-Ehlam li dar dixe. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Çilaxa ya Qamişlo 23 şehîdên mehên Çile, Sibat û Adarê ku di dem û salên cuda de şehîd bûbûn li navenda çandê bi bîr tîne. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Amûdê ya Qamişlo şehîdên meha Adarê li Goristana Şehîd Îsmalî bi bîr tîne. Saet di 14:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Dêrikê ya Qamişlo xwepêşandekê ji bo şermezarkirina tevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re li Qada Azadî li dar dixe. Saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li gundê Hemze Bêk ê herêma Koçerat a Dêrikê bi boneya rojbûna rêber Ocalan şahiyekê li dar dixe., her wiha li Goristana Şehîd Xebat Dêrik darên diçîne. Saet 01:00 û 14:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Qamişlo bi boneya rojbûna rêber Ocalan li taxa Enteriyê şahiyek li dar dixe. Saet 03:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-PYD’ê civînekê ji jinên rûspiyên eşîrên Til Hemîsê re bi armanca xurtkirina têkiliyan di navbera eşîrên ereb û têgeha neteweya demokratîk de li hola Navenda Giştî ya PYD’ê ya li Qamişlo li dar dixe. Saet 11:00’an(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Riyad Babilî yê şervanê HPC’ê li Goristana Şehîd Dicle oxir dike. saet 14:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi boneya rojbûna rêber Ocalan şêniyên Hesekê û Dirbêsiyê li Navenda Serdem a Çandê ya Hesekê û li stada Dirbêsiyê şahiyan li dar dixin. Saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Pêngava paqijkirinê ku TEV-DEM’ê dest pê kiriye, di roja xwe ya duyemîn de li herêma Sînaa ya Hesekê berdewam dike û dê heta mehekê li tevahî bajar û navçeyên kantonê berdewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Berdevkê Fermî yê rêxistina "Siwêda Ewelen" Merwan Medah got, xwepêşandanên Siwêdayê dûrî siyasetmedarên klasîk û muxalefta klasîk in. Her wiha hişyarî ji rewşa binakok ku dibe were teqandin da û destnîşan kir ku di nava bijarteyên pêş de serhildana çekdar an ji serhildana sivîl hene û civaka çiya nêzî fikrê Rêveberiya Xweser bûye. (BI WÊNE)

JIN

-Meclisa Jinan a Sûriyê bi beşdariya rêxistinên sivîl civînekê li ser tundiya aborî û bandorên wê li ser jinan li Parka Xwendinê ya Hesekê li dar dixe. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêber Abdullah Ocalan ji bo jin û gelên bindest rê li ber jiyana azad vekir da ku li heqîqet û azadiya xwe bigerin û şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi azadî û demokrasiyê ve bi rê ve bir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Nivîskarê Kurd Beşîr Mele Newaf diyar kir ku dewleta Tirk bihaneya xistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" re bi kar tîne da ku wê dûrî qada diplomatîk û siyasî bixe û îşaret bi girîngiya xebatên di hemû aliyan de kir da ku van hewldanan têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rayedarekî Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser xeteriya avakirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de hişyarî da û got: "Ev beşek ji planên xeter ên li dijî Şengalê ye, êdî dixwazin ambargo li ser me ferz bikin." (BI WÊNE)

-Kesayeteke welatparêz bal kişand ser fikrê şehîd Egîd yê di pêşxistina hişmendiya xweparastinê de û got: "Wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê em li ser şopa şehîd Egîd bimeşin, da ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dr. Kamûran Berwarî bal kişand ser planên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê û got “Hewl didin zêdetir dagir bikin lê ev ne çareserî ye. Çareserî li Îmraliyê ye.” (BI WÊNE)

ANALÎZ

- Di dîroka gelan de roj û navên girîng hene. Pêşengên wan hene ku pêşengiyê ji van pêvajoyan re dikin û derdikevin ser dika dîrokê. Kurdan jî ku gelekî kevnar ê Rojhilata Navîn in, jî di dîroka xwe de pêşketinên mezin bi cih kirine. (BI WÊNE)

CÎHAN

-Helwesta Erebistana Siûdî û Îmaratê li hember tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukrayna guherîneke nişkan ve ji gelekan re çêkir, her wiha hinan jî da zanîn ku ew helwest ji ber mixabîniya kendavê ji Washingtonê ye. (BI WÊNE)

ANHA