​​​​​​​10 jinên DAIŞ’î û 27 zarok radestî Almanyayê hatin kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser 27 zarok û 10 jinên DAIŞ’î radestî şandeyeke Almanyayê kirin.

​​​​​​​10 jinên DAIŞ’î û 27 zarok radestî Almanyayê hatin kirin
​​​​​​​10 jinên DAIŞ’î û 27 zarok radestî Almanyayê hatin kirin
​​​​​​​10 jinên DAIŞ’î û 27 zarok radestî Almanyayê hatin kirin
​​​​​​​10 jinên DAIŞ’î û 27 zarok radestî Almanyayê hatin kirin
​​​​​​​10 jinên DAIŞ’î û 27 zarok radestî Almanyayê hatin kirin
​​​​​​​10 jinên DAIŞ’î û 27 zarok radestî Almanyayê hatin kirin
​​​​​​​10 jinên DAIŞ’î û 27 zarok radestî Almanyayê hatin kirin
31 adar, 2022   06:56
NAVENDA NÛÇEYAN

30`ê Adarê şandeyeke dîplomatîk a Almanyayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şande ji serokê Gerînendetiya Kar û Barên Konsolosxaneya Derve ya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Kurt Georg Stückel-Stilfried, cîgira Konsolosxaneya Almanyayê a Derve Manga Kleese pêk hat.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, cîgirên daîreyê Fener El-Giêt û Ebîr Êliye, nûnerê Nivîsgeha Têkiliyan û ji YPJ`ê Lana Hesen pêşwaziya şandeyê kir.

Di civînê de her du aliyan behsa rewşa Sûriyê, rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Her wiha îşaret bi rewşa kampan û penaberan û xetereyên gefên li dijî Rêveberiya Xweser hate kirin.

Kurt Georg Stückl-Stilfried diyar kir ku dewleta Almanyayê dê di aliyê aborî û mirovî de alîkariya Rêveberiya Xweser bike.

Di hevdîtinê de Daîreya Têkiliyên Derve 27 zarok û 10 jinên DAIŞ`î yên welatiyên Almanyayê ku li Kampa Roj bûn, radestî şandeyê kirin.

Fener El-Giêt jî diyar kir ku ev cara 3`yemîn e ku şandeyeke Almanyayê serdana herêmê dike û destnîşan kir ku radestkirina jin û zarokan li gorî belgeyên fermî pêk hat.

El-Giêt anî ziman ku divê dewletên Ewropayê banga Rêveberiya Xweser a wergirtina malbat û zarokên DAIŞ`ê bi cih bînin.

Heta niha Rêveberiya Xweser 91 zarok û jinên DAIŞ`î radestî Almanyayê kirine.

(eh)