HPG: Li Herêmên Parastinê yên Medayayê 3 hevalên me şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê: Di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê de 3 hevalên me şehîd bûn."

HPG: Li Herêmên Parastinê yên Medayayê 3 hevalên me şehîd bûn
31 adar, 2022   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûn ev agahî parve kir:

"23'ê Çileya 2022'an, di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyên me Amara, Viyan û Ferman şehîd bûn. Li dijî êrişên mêtingeriya Tirk ên sala derbasbûyî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyên me Amara, Viyan û Ferman cihê xwe di nava têkoşîneke bêeman de girtin, di vekişîna artêşa dagirker a ji Avaşîn û Zapê de bi roleke girîng rabûn. Xwest û biryardariya hevrêyên me Amara, Viyan û Ferman a di têkoşînê de wê hêzê bide şerê me yê azadiyê û têkoşîna me.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

/kr/uploads/files/2022/03/31/102235_amara-botan.webp

Nasnav: Amara Botan

Nav paşnav: Dîlan Baycan

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Hangul-Îdrîs

Dem û cihê şehadetê: 23'ê Çileya 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

/kr/uploads/files/2022/03/31/102259_viyan-sema-aydin.webp

Nasnav: Viyan Sema Aydin

Nav paşnav: Hêvîdar Bîlgîç

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Mevlude-Yûsûf

Dem û cihê şehadetê: 23'ê Çileya 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

/kr/uploads/files/2022/03/31/102321_ferman-agir.webp

Nasnav: Ferman Agirî

Nav paşnav: Şahîn Taşkin

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Taybet-Methî

Dem û cihê şehadetê: 23'ê Çileya 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê