Kesayeteke welatparêz: Bi şopdariya şehîd Egîd em ê hemû hêrêmên dagirkirî rizgar bikin

Kesayeteke welatparêz bal kişand ser fikrê şehîd Egîd yê di pêşxistina hişmendiya xweparastinê de û got: "Wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê em li ser şopa şehîd Egîd bimeşin, da ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin."

Kesayeteke welatparêz: Bi şopdariya şehîd Egîd em ê hemû hêrêmên dagirkirî rizgar bikin
31 adar, 2022   06:43
ŞEHBA

Şehîd Egîd "Mahsum Korkmaz" piştî meşandina têkoşîna li çiyayên Kurdistanê û destpêkirina pêngava 15`ê Tebaxê ya 1984`an û şehadeta wî di 28`ê Adara 1986`an de bû sembola lehengiyê ya dîroka têkoşîn û şerê çekdarî yê li Kurdistanê.

Ji şêniyên kantona Efrînê Hêvî Silêman anî ziman ku wê Tevgera Rizgariya Kurdistanê di salên 90`î de nas kir û gelek caran li Helebê bi rêber Abdullah Ocalan re civiyaye. Hêvî Silêman ev li axaftina xwe zêde kir: "Şehîd Egîd ji kesayetên li Kurdistanê û tevahiya herêmên Rojhilata Navîn ji nû ve têkoşîna şoreşgerî zindî kir, ev jî bi rêya têkoşîn, berxwedan û kesayeta xwe ya şoreşger bi dest xist û karî fikrê rêbertî xurttir bike û bigihîne hemû nifşên pey xwe."

Hêvî Silêman bi domdarî got: "Şehîd Egîd fikrê rêber Ocalan bi xebat û têkoşîna xwe bi cih anî, her wiha bingeha şoreşekê ava kir ku bi sed hezaran ciwanên Kurd tevlê bûn. Şehîd Egîd ev yek bi rêya şikandina tirsê û serkêşiya ji zayîneke nû ya gelê Kurd ê li Kurdistanê pêk anî."

Hêvî Silêman diyar kir ku têkoşîna şehîd Egîd gelê Kurd hişyar kir, da ku xwe bi rêxistin bike, li aliyekî din jî hişt ku ji xwe bawer be da ku xwe bi rê ve bibe, lewma şehîd Egîd bû stûneke bingehîn a berxwedan û xweparastinê û di warê siyasî, leşkerî û civakî de jiyana birûmet, azad û demokratîk pêşkêş kir.

Hêvî Silêman ev nirxandin kir: "Destpêkirina parastina rewa ya ku şehîd Egîd beriya 40 salî da destpêkirin, hîn jî li çiyayên Kurdistanê dewam dike. Her wiha vê hêzê karî li dijî duyemîn hêza NATO`yê şer bike û tekez bike ku vîna gel û gerîla ji her tiştî bi hêztir e."

Her wiha bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û wiha domand: "Wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê em di pêvajoyeke girîng û hesas re derbas dibin, ji ber vê yekê divê em li ser rêya şehîd Egîd û bingehê şerê gel ê şoreşgerî bimeşin da ku karibin Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî rizgar bikin."

Hêvî Silêman di dawiyê de bang li hemû demokratan kir ku xeta şehîd Egîd bingeh bigirin, da ku li dijî dîktatoran bisekinin û hemû gelên bindest azad bikin.

ANHA