Rêxistina Efû ya Nevneteweyî: Hikumeta herêma Kurdistanê mûxalefetê diçewisîne

Rêxistina Efû ya Navneteweyî da zanîn ku hikumeta Başûrê Kurdistanê mûxalefetê bi rêya xirabbûna bikaranîna qanûnê û tawanbarkirina çalakvanan ku ewlehiya neteweyê rastî xeteriyê tê, diçewisîne.

Rêxistina Efû ya Nevneteweyî: Hikumeta herêma Kurdistanê mûxalefetê diçewisîne
30 adar, 2022   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Rêxistina Efû ya Navneteweyî di rapora xwe de wiha got: "Êrişên çekdar ên girêdayî hikumeta Herêma Kurdistanê çalakvan, kesên ku veqetiyane û malbatên wan kirin hedef, gef li wan xwarin, ew revandin û hin ji wan ji derveyî dadgeriyê darvekir û ji ber wê jî kesên ku xilas bûn reviyan û xwe veşartin."

Her wiha di raporê de hate gotin, desthilat Kurd hin kes ji ber wan êrişan girt û darizand lê bi dehan kes veşartî man. Her wiha li gorî qanûna ewlehiya neteweyî û sûcên elektronî yên pêkanîna kiryarên girêdayî azadiya nêrînê çalakvan û rojnamevan hatin cezakirin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku hêzên ewlehiyê û îstixbaratên girêdayî hikumeta herêma Kurdistanê bi tundiyê xwepêşandêr belav kir û aliyên çekdar derfet nedan koçberên ku bighêjin mafên xwe yên mirovî her wiha hemû kamp ji bilî du kampan girtin û bi hezeran neçarî koçberiyê û cezakirina komî kir.

Rêxistina Efû ya navneteweyî got tundiya heyî li ser cûreya civakî li Kurdistanê bi awayekî zêde di dema vîrusa Koronayê de zêde bûye û hikumeta herêmê di dermankirin û parastina jin û keçan de, bi bin ket.

(bx)