Şêniyên Şedadê tedbîrên li dijî keysbazên madeyên xwarinê erênî nirxandin

Şêniyên herêma başûr a kantona Hesekê kêfxweşiya xwe li hember tedbîrên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî keysbazên madeyên xwarinê girtine, nîşan dan.

Şêniyên Şedadê tedbîrên li dijî keysbazên madeyên xwarinê erênî nirxandin
29 adar, 2022   06:32
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva gazincên welatiyan der barê keysbazkirina şekir li sûkan, da. Hêzên Ewlekariyê bi ser depoyên hin bazirganan û malên wan ên li navçeya Şedadê de girtin. Di sergirtinê de miqdarên mezin ên gelek kelûpelan desteser kirin di sêrî de. Ji ber wê şêniyên herêmê bi rihetiyeke mezin hesiyan.

Di çarçoveya tedbîran de Hêzên Ewlekariya Hundirîn zêdetirî 15 hezar kg şekir desteser kir. Ruxmî ku Saziya Newroz şekir li dikan û baziranan belav dike, lê şêniyên navçeyê ji ber tunebûna şekir di sûkan de bi gilî û gazinc bûn.

Der barê mijarê de welatiyê bi navê Riyad El-Dagir diyar kir ku hemleyên bi vî awayî dê kesybazkirinê li sûkê bi dawî bike, destekê bide peydakirina madeyên sereke li sûkan. El-Daxir Hêzên Ewlekariya Hundirîn spas kir ku destwerdan kir û bang li Hêzên Ewlehiyê kir ku li dijî van kesan tedbîrên dîtir bigirin.

El-Daxir destnîşan kir ku li gorî daneyên odaya Bazirganî û Pîşesaziyên, gelek dikan li herêmê hene û pêdiviyên şêniyan peyda dikin û wiha domand: Em ne li dijî sicilên sicilên bazirganî ne lê em li dijî kesên ku wan madeyan li ser hesabê gel vedişêrin. Ji mafê gelê herêmê ye ku sûdê ji van madeyan bigire.  

El-Dagir daxuyand ku saziyên Rêveberiya Xweser ên pêwendîdar heta dikarin, gihaştin kelûpelan ji herêmê re hêsan dikin lê li gorî axaftina wê, kesên wijdanfroş, diziyê dikin û aloziyan derdixin û bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku tedbîrên dîtir li dijî keysbazan bigire.

Welatiyê bi navê Salih El-Xeyrî jî îşaret bi xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bersivandina gazincên şêniyan, girtina bi ser depoyên bazirganan de, desteserkirina kelûpelan kir û ev tişt got: "Bê guman miqdarên ku di depoyan de hatin girtin têra şêniyên Şedadê û gundewarên wê dike."

Xeyrî di axaftina xwe de bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku hemleyên xwe berdewam bike û berfireh bike da ku firne û stasyonan sotemeniyan jî bigre nava xwe ji bo ku keysbaziyên tune bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heger hemle berfireh bibe dê pêwîstiya welatiyan were peydakirin."

(bx)

ANHA