Ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê banga xurtkirina têkoşînê kir

Endamên saziyên sivîl û rêxistinên ciwanan diyar kirin ku armanca xistina navê PKK'ê di nav "lîsteya terorê" de tunekirina gelê Kurd û gelên herêmê ye. Her wiha bang li NY û YE'yê kirin ku PKK'ê ji vê lîsteyê derxînin.

Ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê banga xurtkirina têkoşînê kir
28 adar, 2022   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Ewropayê çalakiyên ji bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji "lîsteya terorê" berdewam dikin.

Endamên saziyên sivîl û civakî yên Heleb û Kobanê bang li civata navneteweyî kirin ku ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" bixebitin.

'PKK'Ê JI BO EDALET Û WEKHEVIYÊ TÊ DIKOŞE'

Hevserokê Meclisa Taxa Şehîd Rûbar Qamişlo ya taxa Şêmxmeqûsd a Helebê Îsa Mistefa anî ziman ku PKK'ê ji bo demokrasî, edalet û wekheviyê tê dikoşe û got: "Dijmin, di serî de dewleta Tirk li dijî gelê Kurd komkujî pêk anîne. Ev siyaset heta niha li dijî gelê Kurd û gelên herêmê dewam dikin."

Mistefa îşaret pê kir ku PKK'ê bi gel û doza gelê wî re sekinî û wiha axaftina xwe domand: "Ev partî ne tenê ji bo parastina gelê Kurd û doza kurdî hatiye damezirandin, di heman demê de ji bo paratina gelên Rojhilata Navîn ji zilm û koletiyê hatiye damezirandin. Ev partî ji bo ku gelan bighîne azadî û demokrasiyê tê dikoşe."

Îsa Mistefa da zanîn ku têkoşîna PKK'ê ji bo mirovahî û demokrasiyê ye û got: "Ji ber vê yekê dewletên hegemonîk û yên herêmî navê wê xistin lîsteya terorê, ji ber ku demokrasî û mirovahî ne li gorî berjewendiyên wan dewletan in."

'PKK'Ê JI BO AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ TÊ DIKOŞE'

Hevseroka Meclisa Taxa Rûber Qamişlo Sêvîn Emûnî da zanîn ku PKK'ê ne terorîst e, lê ji bo aştî, demokrasî û rizgarkirina gelan ji komkujiyan tê dikoşe, mîna ku Şengal ji êrişên çeteyên DAIŞ'ê parast.

Sêvîn Emûnî îşaret pê kir ku milyonan beşdarî kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" bûn. Her wiha anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe li ser fikir û felsfeya rêber Ocalan û şehîdên azadiyê dewam bikin.

Sêvîn Emûnî bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê kir ku PKK'ê ji "lîsteya terorê" derxînin.

'DERXISTINA PKK'Ê JI LÎSTEYA TERORÊ JI BO HEMÛ AZADXWAZAN SERKEFTINEK E'

Ji Kobanê ciwana bi navê Wedha Hemze diyar kir ku xistina PKK'ê nav "lîsteya terorê'', xistina navê kurdan di vê lîsteyê de ye û wiha domand: "Divê her kurdek dakeve qadan û ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteyê dengê xwe bighîne tevahî cîhanê. PKK'ê hêza me ye ya ku em pişta xwe didinê, derketina wê ji vê lîsteyê serkeftina hemû azadxwazan e, ji ber ku partiya yekane ye ku li dijî sîstemên faşîst tê dikoşe."

Hevserokê Meclisa Ciwanan a PYD'ê ya herêma Firatê Mistefa Sedîq da zanîn ku PKK'ê ya temenê wê zêdetîr 40 salî ye ne terorîst e û bi fikir û felsefe tê dikoşe.

Mistefa Sedîq got: "PKK'ê ji bo şikandina qeydan, li hemberî balafir, obîs û çekên kîmyewî yên artêşa dewleta Tirk a dagirker a bi desteka çekên NATO'yê, şer dike."

Endamê Meclisa Ciwanan a PYD'ê ya Kobanê Mihemed Mihemed anî ziman ku divê gelê Kurd dijmin baş nas bike, dev ji dîrok, çand û xaka xwe bernede û destkê bide gerîla.

Mihemed Mihemed got: "Şerê ku li çiyayê Kurdistanê tê kirin şerê qirkirina Kurdan  û dîrok û çanda Kurdan e. Li pêşiya çavê cîhanê û civata navneteweyî çekên kîmyewî li dijî gerîla tên bikaranîn. Ev bêdengî asta nefreta sîstemên faşîst ên ku destekê didin dewleta Tirk a dagirker ji gelên herêmê, bi taybet gelê Krud nîşan dide. Divê Kurd ji komployên ku li ser wan têne kirin, hişyar be."

ANHA