QSD: Nûçeyên şehadeta fermandarekî me derew in

QSD'ê diyar kir ku nûçeyên girêdayî şehadeta fermandarekî wan li ser rêya Tebqa- Mehmûdlî derew in.

QSD: Nûçeyên şehadeta fermandarekî me derew in
28 adar, 2022   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku nûçeyên dibêjin fermandarekî wan li ser rêya Tebqa-Mehmûdlî şehîd bûye ne rast in.

Daxuyanî wiha ye: "Hin malper û rûpel agahî belav kirin û gotin, fermandarekî hêzên me bi navê Girê Boz di êrişekê de li ser rêya Tebqa-Mehmûdlî şehîd bû û bi nûçe re wêneyek ne rast parve kiriye. Ew agahî ne rast in, lê çîrokeke çêkerî û nûçeyeke îstîxbaratî qirêj e ku bi mebest ji aliyê maperên rojnameyên ve tên parvekirin ku zextên mezin ji aliyê finansekarên wan ve li ser berpirsên wan têne kirin da ku hêzên me reş bikin û daxwazên aliyên ku wan dixebitînin, bi cih bînin."

ANHA