ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-03-2022
28 adar, 2022   23:00

POLÎTÎKA

- Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk ên Sûrî bi sponseriya MSD'ê di Nîsana bê de duyemîn hevdîtinên şêwirî li dar dixe. Tê payîn ku nenavendîbûn mijara sereke ya hevdîtinê be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar û hiqûqnasên Dêrazorê diyar kir ku ‘lihevkirinên’ ku hikumeta Şamê li ser dixebite tenê aloziya Sûriyê kûr û dirêj dike. Her wiha destnîşan kirin ku çareserkirina wê bi îtîrafa bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyaloga sûrî re, bêyî ku tu pêkhate werin dûrxistin pêkan be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah hişyarî da ku dê çi tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî HPG’ê bi xwe re karesatan bîne. Di heman demê de baweriya gel û gerîlayan anî ku dê planên dagirkeriyê têk bibin. (BI WÊNE).

- Endamên saziyên sivîl û rêxistinên ciwanan diyar kirin ku armanca xistina navê PKK'ê di nav "lîsteya terorê" de tunekirina gelê Kurd û gelên herêmê ye. Her wiha bang li NY û YE'yê kirin ku PKK'ê ji vê lîsteyê derxînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Li gel aloziya ji ber endamên tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê derketiye, DYA'yê hewl dide bi lez peymana nûkleerî zindî bike. Lê Îran bi şertê xwe ve girêdayî ye. Lêkolînerê kar û barên Îran Dr. Îyad El-Mecalî got: "Negihiştina lihevkirinekê ku qeydên li ser Tehranê kontrol bike, dihêle ku çarçoveya şerê cîhanê berfireh bike." (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Cotkarên Tebqayê 25 hezar donim zevî ji bo çandina havînê veqetandine. Komîteya Çandiniyê jî diyar kir ew destekê dide pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê li herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma başûr a kantona Hesekê tedbîrên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hemberî keysbazên madeyên xwarinê girtine, erênî nirxandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA