​​​​​​​Siyasetmedar û hiqûqnas: Em li pey tevlîheviya ‘lihevkirinan’ neçin

Siyasetmedar û hiqûqnasên Dêrazorê diyar kir ku ‘lihevkirinên’ ku hikumeta Şamê li ser dixebite aloziya Sûriyê kûr û dirêj dike. Her wiha destnîşan kirin ku çareserkirina aloziyê bi naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyaloga sûrî re pêkan e.

​​​​​​​Siyasetmedar û hiqûqnas: Em li pey tevlîheviya ‘lihevkirinan’ neçin
29 adar, 2022   03:33
DÊRAZOR – ELÎ EREB

Piştî 11 salan ji aloziya Sûriyê hê jî hikumeta Şamê rêya kûrkirina aloziya Sûriyê bikar tîne bêyî ku çareseriyekê peyda bike, her wiha hewl dide welat vegerîne beriya sala 2011`an li ser heman rê û zihniyetê. Di demên dawî de siyaseta ‘lihevkirinan’ li Reqa, Tebqa û Dêrazorê pêk anîn. Şêniyan jî got ev yek xefk e ku encamên ‘lihevkirinan’ li Derayê eşkere bûn.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Samir El-Şemerî wiha got,  ‘lihevkirinên’ ku hikumeta Şamê li herêmê li ser wan dixebite ji bo belavkirian tevliheviyê û têkbirina aştî û aramiyê ye.

Samir El-Şemerî wiha domand: "Armanc ji ‘lihevkirinan’ ew e ku hikumeta Şamê naxwaze projeya neteweya demokratîk li herêmê bi giştî bi ser bikeve, bi taybet naxwaze li herêmên mîna Reqa, Tebqa û Dêrazorê yên nêzî serweriya wê ne.”

El-Şemerî diyar kir ku hikumeta Şamê ji  ewlehiya li herêmê bi fikar e, ji ber wê jî mijara ‘lihevkirinan’ pêşkêş kir da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Samir El-Şemerî wiha pêde çû: "Hikumeta Şamê deriyê ‘lihevkirinan’ vekir weke ku dixwaze nimûneya li Dera û gundewarên Şamê rû da, bixe meryetê. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê tu carî tişta bi serê kesên ku ‘lihevkirin’ li Derayê çêkirin, ji bîr neke ku hin ji wan hatin girtin û hin jî tev li şerê bi çeteyên DAIŞ`ê re hatin kirin."

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Samir El-Şemerî bal kişand li ser girîngiya hevgirtina pêkhateyên herêmê ku li pey tevlîhevî û xapandina ‘lihevkirinan’ neçin ku hikumeta Şamê li herêmê li ser wan dixebite û di dawiyê de ev tişt got: "Bêyî îtîrafa bi Rêveberiya Xweser û pêkanîna projeya neteweya demokratîk li tevahî Sûryê tu çareserî ne pêkane.”

Her wiha hiqûqnas Tariq El-Girêd jî got, hikumeta Şamê dixebite da ku şêniyên Dêrazorê bi tawana ‘lihevkirinan’ ber bi xwe ve bikşîne û wan tev li şerê xwe bike.

El-Girêd ev nirxandin kir: " ‘lihevkirinên’ yekane dê aloziya Sûriyê çareser neke. Lê belê çareserî bi îtîrafa bi Rêveberiya Xweser û diyaloga sûrî re, bêyî ku herêm yan jî pêkhateyên Sûriyê bi giştî werin dûrxistin pêkan e."

El-Girêd herî dawî ev got: "Em şêniyên Dêrazorê dê li pey van derewan neçin. Heger hikumeta Şamê lihevkirinê bi şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwaze bila  îtîraf bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike."

(bx)

ANHA