Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Îbrahîm Omer dema erka xwe bi cih dianî li Minbicê şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
29 adar, 2022   05:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd Îbrahîm re dixwazin, bejna xwe li hemberî fedekariyên şehîdên me yên leheng ditewînin ku di oxira parastina gelê xwe berdêlên giranbuha dane. Em teqez dikin ku em ê şopdarên xeta şehîdan bin heta ku li tevahî herêmên me Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlehî û aştî misoger bibe."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Îbrahîm Omer

Navê bav: Mihemed

Navê dayikê: Xelfa

Cih û dîroka tevlêbûnê: Qenaya Kobanê 8-10-2018

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-28-3-2022

ANHA