Li Minbicê şehîd Sitût hate oxirkirin û şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn

Parêzvanê Navenda Berhemên Seweldariyê ya Minbicê Ehmed Yehiya Sitût ê di êrişa çeteyên şaneyên DAIŞ'ê de şehîd bû bi merasîmekê hate veşartin. Di merasîmê de şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn.

Li Minbicê şehîd Sitût hate oxirkirin û şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd Sitût hate oxirkirin û şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd Sitût hate oxirkirin û şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd Sitût hate oxirkirin û şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd Sitût hate oxirkirin û şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîd Sitût hate oxirkirin û şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
28 adar, 2022   17:19
MINBIC

Şêniyên bajar û gundewarên Minbicê cenazeyê şehîd Ehmed Yehiya Sitût ji nexweşxaneya Firat a bajar wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Ş0ehîdan a başûrê bajar ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx wiha axivî: "Şehîdan ji bo welat azad bimîne canê xwe feda kir. Heger ne bi saya xwîna wan ba em niha di nava aramiyê de ne dijiyan."

Paşê cîgirê Hevserokatiya Komîteya Aborî ya Minbicê Cemîl Mihemed jî ev tişt anî ziman: "Şehîd navê xwe di mejî û dilên gelê welatê xwe de nivîsand. Nifşên niha û yên pêş dê hemû berdêlên ku ji bo aramî û ewlehiya welat dane, bi bîr bînin."

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El-Îdo ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.

Di dawiyê de şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn û mûm li ser gorên wan hate pêxistin.

(bx)

ANHA