​​​​​​​Li Girê Spî mayîn teqiya: 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Li gundê Kor Hesen ê Girê Spî, ji ber teqîna mayîneke çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

​​​​​​​Li Girê Spî mayîn teqiya: 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn
28 adar, 2022   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji ANHA'yê re diyar kir li gundê Kor Hesen ê dikeve rojavayê bajarê Girê Spî, mayîneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve teqiya. Di encamê de efserê hêzên hikumeta Şamê bi navê Ramî Celûd û leşker Mehmûd Mûsa bi giranî birîndar bûn.

Li gorî heman çavkanî, birîndar rakirin nexweşxneyên bajarê Helebê.

ANHA