Xerîb Hiso: Gef hîn hene û em ê bi fikirê rêber Ocalan li ber xwe bidin

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso got xwepêşandanên dawî li Ewropa li dar ketine, ji bo rakirina desthilatiya ji hêla dewletên hegemon hatiye ferzkirin û got, gefên şer ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna hene, lê divê danûstandina bi wan re li gorî fikrên rêber Ocalan bin.

Xerîb Hiso: Gef hîn hene û em ê bi fikirê rêber Ocalan li ber xwe bidin
28 adar, 2022   17:11
HELEB

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso di civîneke girseyî ji civaka êzidî re li Helebê axivî. Civîn li hola civînan a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin.

Xerîb Hiso behsa krîza Sûriyê kir ku ji 11 salan ve tu çareserî bi xwe re neanî û wiha got: "Krîza Sûriyê û dirêjkirina wê gelek pirsgirêk li ser astên hundirîn û derve bi xwe re anîn, jê jî koçberî, belavbûna terorê, derketina herêmên dagirkirî ku tê de desthilatê heye."

Xerîb Hiso da zanîn ku ruxmî gelek mijarên neyênî ji ber kiryarên şaş ên hikumeta Şamê li hember xwestekên gel derketine, lê hîna di van siyasetan berdewam e, kesên li hember xwe qebûl nake, di dawiyê de ev krîz hat afirandin.

Her wiha Hiso Xerîb destnîşan kir ku hemû komploger û destwerdêrên li rewşa Sûriyê tu çareserî û aştî li vî welatî pêk neanîn, tenê şer û wêranî bi xwe re anîn.

Hiso bal lê zêde kir ku aliyê yekane ku projeya çareseriya giştî ji bo krîza heyî li gel wê heye, Rêveberiya Xweser e ku nûnertiya vîna û modela herî guncaw ji îstîqrara demokratiyê re dike, ne tenê ji bo Sûriyê li ji bo Rojhilata Navîn bi giştî.

EWROPA LI HEMBER DESTPOTIYÊ XWEPÊŞANDANAN LI DAR DIXE

Têkildarî bûyer û xwepêşandanên li Ewropa çêdibin, Xerîb Hiso eşkere kir ku ew xwepêşandan ne girêdayî bihabûn an jî şer e, lê girêdayî tunebûna demokrasiya rasteqîn û fikrê azad e. Ew yek jî ji xetimandina aborî û valahiya siyasî ku hin pergalên ewropî azarên wan dikişînin pêk tê.

Di heman mijarê de Hiso xuya kir ku mijara dewletên hegemon li ser dewletên paşketî krîz afirand ku têgeha destpotiyê belav bibe. Ji ber wan pergalan di dansûtandinê de ji dêvla berjewendiya gelan pêk bînin xwe spartin berjewendiyên takakesî.

Têkildarî çalakiyên berxwedanê li Ewropa ku naveroka wê nêzî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber her du alî xwesteka berxwedan û têkoşînê li hember destpotiyê dikin, Hiso wiha anî ziman: "Fikrên ku şoreşa me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kirine, dengvedan û bandorek li tevahî cîhanê kirin û em vê yekê bi awayekî eşkere di xwepêşandanên li Ewropa yên li dijî destpotiya dewletên hegemon de dibînin."

BERSIVDANA LI HEMBER XETERIYÊ DI FIKRÊN RÊBER OCALAN DE NE

Digel şerê li Ukrayna-Rûsya Xerîb Hiso xeteriya li hember herêmên Rêveberiya Xweser bi dûr nexist, her wiha gel hişyar kir ku bi berxwedan li hember dijmin bisekine û destkeftiyên şehîdan biparêze.

Têkildarî derfetên ku rêber Abdullan pêşkêş kirine, Xerîb Hiso ev tişt got: "Divê derfetên rêber Ocalan ji me re pêşkêş kirine, qîmetekê bidinê û kedê bidin ku di bersivdana xeteriyên li hember Kurd û êzidiyên bi taybet de pêk bînin."

Der barê fermanên li dijî civaka êzid de Hiso ev tişt anî ziman: "Fermanên li dijî civaka êzidî sînorê mejî derbas dikin, lê me man û di 50 salên borî de aliyê yekane ku rêgezên ol û civaka me parastine Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya bi rêbertiya rêber Ocalan e."

EFRÎN NE CAREKÊ HATE DAGIRKIRIN, LÊ ROJANE HEZAR CARÎ TÊ DAGIRKIRIN

Der heqê dagirkirna kantona Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, Hiso destnîşan kir ku xeteriya dewleta Tirk ne di dagirkeriyê bi xwe de ye, lê belê di siyasetên tirkkirin û guhartina demografiyê de ye ku rojane hezar carî tê dagirkirin.

Têkildarî sûcên li Efrînê tên kirin, Hiso ev yek nirxand, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên ji qetilkirin, koçberkirin û revandin heta bi îşkencekirinê ku êdî bûye adetek jê serçeteyên koman sûdê werdigirin, nayê qebûlkirin.

Hiso got her komeke çete xwe serbixwe dihesibîne, ew jî fikrên qutbûnê bêyî aliyek wan li ser çewtiyên wan muhasebe bike, belav dike.

Li ser avakirina malan bi pereyên komeleyên navên diruşmên mirovahî li xwe dikin û îdida dikin ku xeyrî ne Hiso ev tişt got: "Ew ji DAIŞ’ê xerabtir in, derew in, di belavkirina siyasetên qutbûnê ji yek welatî bi rêya avakirina avahiyên mêtingehê de destekê didin dagirkeriyê û ew kiyar di çarçoveya guhartina demografiyê de ne û ji dagirkeriyê xetertir in."

Girêdayî xeteriya guhartina demografîk ku bandorên wê li ser pêşeroja herêmê û welatiyên wê heye Hiso got ew yek di nava civakan de parçebûnê çêdike, her wiha paşguhkirina civaka êzidî li wan herêman şermezar kir, ku ew sûcên şer in.

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xwediyên çanda berxwedanê çonkê li pêş siyasetên dagirkerî û terora wê ya bi destê çeteyan danaynin. Ew dizanin em kî ne û çi berxwedanî li cem me heye."

(fr)

ANHA