'Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemê berxwedana Mezlûm û Egîd e'

Li navçeyên kantona Hesekê bi boneya Heftiya Lehengiyê semîner hatin dayîn. Hate gotin,  serkeftinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên berxwedana şehîd Mezlûm Dogan û Mahsum Korkmaz in.

'Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemê berxwedana Mezlûm û Egîd e'
'Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemê berxwedana Mezlûm û Egîd e'
'Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemê berxwedana Mezlûm û Egîd e'
'Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemê berxwedana Mezlûm û Egîd e'
'Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemê berxwedana Mezlûm û Egîd e'
'Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemê berxwedana Mezlûm û Egîd e'
'Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemê berxwedana Mezlûm û Egîd e'
'Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemê berxwedana Mezlûm û Egîd e'
'Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemê berxwedana Mezlûm û Egîd e'
28 adar, 2022   16:47
HESEKÊ

Rêxistina PYD'ê ya kantona Hesekê semîner li ser danasîna Hefteya Lehengiyê li Şedadê, Dirbêsiyê û Holê birêxistin kirin.

Li navçeya Dirbêsiyê semînerek li Peymangeha Şehîd Roza Cûdî ji aliyê endamê PYD`ê Neman Erebo ve hate dayîn. Bi dehan mamosteyên navçeyê beşdarî semînerê bûn.

Li navçeya Şedadê jî semîner li hola civînan a Şaredariya Gel ji aliyê endamê PYD`ê Rifet Derwîş ve hate dayîn.

Li navçeya Holê jî li navenda meclisa bajarokê Um Hicêra semîner ji aliyê hevserokê nivîsgeha PYD`ê ya navçeyê Emar Mûsa ve hate dayîn.

Di semîneran de şehîd Mezlûm Dogan û Egîd hatin bibîranîn, her wiha behsa têkoşîna wan a li hemberî dagirkeriya Tirk hate kirin. Hate gotin: "Her du şehîdan bi têkoşîn û îradeya xwe ya azad dewleta Tirk a dagirker têk bir û bi xwîna xwe efsanên lehengiyê nivisandin."

Di axaftinan de hate diyarkirin ku şehîd Egîd ji bo doza gelê xwe û ziman û çanda wê guleya yekemîn a têkoşîna çekdarî teqand û bi vîn û israra  xwe hêza dijmin şikand.

Her wiha hate gotin: "Hefteya Lehengiyê ji berxwedana şehîd Mezlûm Dogan dest pê kir ku agir berda bedena xwe da ku agirî Newrozê pêxe, bû sembol û rêya têkoşîna azadiyê. Meşaleya ku Mezlûm Dogan pêxist hîna vê ketiye."

Di semîneran de hate gotin, rihê fedayî yê Egîd rihê berxwedanê di hundirê gelê Kurd û gelên herêmê de hişyar kir û ev tişt hatin gotin: "Şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serkeftinên ku bi dest xistine mîrateya çanda wê berxwedanê ye."

(bx)

ANHA