MSD'ê amadekariyên lidarxistina kongreyekê ji bo kesayetên demokratîk ên Sûriyê dike

Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk ên Sûrî bi sponseriya MSD'ê û hêzên demokratîk di Nîsana bê de duyemîn hevdîtinên şêwirî li dar dixe. Tê payîn ku nenavendîbûn mijara sereke ya hevdîtinê be.

MSD'ê amadekariyên lidarxistina kongreyekê ji bo kesayetên demokratîk ên Sûriyê dike
29 adar, 2022   00:51
HESEKÊ- OLVA HAC MENSÛR

Bi sponseriya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û hêzên demokratîk hewldanên komkirina hemû hêz û kesayetên siyasî yên demokratîk ên Sûriyê bi rêya "Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk ên Sûrî" dewam dikin. MSD'ê di Gulana par de behsa van şêwiran kiribû. Armanca wê ew e ku hemû hêzên siyasî yên demokratîk ên Sûriyê bighîneke lihevkirinekê.

MSD'ê di nava 3 salan (2018, 2019-2020) de 6 komxebat li dewletên Ewropayê û 3 li Sûriyê li dar xistibûn. Hêz û kesayetên siyasî yên demokratîk ên sûrî ji hemû pêkhateyên wê beşdarî komxebatan bûn.

Bi vexwendina Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk ên Sûrî û hevkariya Saziya Olf Palma ya Navneteweyî, di Kanûna borî de li paytexta Siwêd Stokholmê, şêwirên destpêkê yên bi nûnerên partî û kesayetên siyasî yên sûrî re li dar ketin.

Ji bo temamkirina van şêwiran, komîte amadekariyên lidarxistina şêwirên duyemîn di Nîsana bê de dike. Li gorî Hevseroka MSD'ê Emîne Omer diviyabû ku şêwir di Adarê de hatibûna lidarxistin.

Derbarê Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk ên Sûrî de Emîne Omer got: "Komîteya Amadekar a Hêz û Kesayetên Demokratîk ên Sûrî hîna amadekariyên lidarxistina şêwiran dike. Şêwira yekemîn di 13 û 14'ê Kanûna 2021'an de bi beşdarbûna gelek siyasetmedar, ronakîr û kesayetên demokratîk, Wezaretê Karê Derve ya Siwêdê, nûnerên derve yê Amerîka û koordîneya Rêxistona Olf Palma ya Navneteweyî li paytexta Siwêd Stokholmê hate lidarixist."

Emîne Omer şêwirên yekemîn erênî nirxand û got, di wan şêwiran de rewşa siyasî, pêwîstî û hêviyên lidarxistina kongreyê hat nîqaşkirin, her wiha li ser berfirehkirina Komîteya Amadekar bi piştgiriya komîteyeke şêwirmendiyê ku ji aliyê beşdaran ve hate hilbijartin, nîqaş hatin kirin."

Hevseroka MSD'ê diyar kir ku hevdîtinên şêwirî yên duyemîn wê Nîsana bê werin lidarxistin û got, dihat payîn ku di nîvê Adarê de bihata lidarixistin.

Emîne Omer destnîşan kir têgeha nenavendîbûnê wê mijara sereke ya nîqaşên hevdîtinê be.

Emîne Omer îşaret pê kir ku rewşa cîhanê û bandorên tevgerên leşkerî yên Rûsya yên li Ukraynayê lidarxistina hevdîtinên şêwirî asteng kirin û diyar kir ku ji ber vê yekê ji bo Nîsana bê hatin paşxistin.

Emîne Omer bi domdarî got: "Hevdîtinên şêwirî wê zemîneke guncaw a avakirina baweriyan ava bike, da ku sûrî bighêjin lihevkirinekê ku dê ber bi lidarxistina kongreyeke giştî ve biçe."

MSD'ê sîwana siyasî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, di 9'ê Kantûna 2015'a de hate avakirin. MSD'ê hêza siyasî ya herî çalak û girîn li Sûriyê ye ku gelek hêz, rêxistin û kesaytên siyasî yên Sûrî ji pêkhateyên cûda di nav xwe de kom dike.

ANHA