HPC-Jin civîna xwe ya salane li dar xist

Hêzên Parastina Civakî (HPC-JIN) a  bajarê Hesekê civîna xwe ya salane li dar xist.

HPC-Jin civîna xwe ya salane li dar xist
28 adar, 2022   16:49
HESEKÊ

Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-JIN) ya bajarê Hesekê civîna xwe ya salane li hola Serdem a bajarê Hesekê li dar xist.

Zêdetirî 50 endamên HPC– Jin ên bajarê Hesekê beşdarî civînê bûn. Di civînê de praspektîfên rêber Abdullah Ocalan derbarê berxwedana jinê û rapora salane ya xebatê HPC`ê ya bajar hate xwendin.

/ar/uploads/files/2022/03/28/145213_khalsh-mkhlf-28small29.webp

Derbarê mijarê de endama HPC`ê Xalsa Muxlif got, armanc ji lidarxistina civîna salane ya HPC`ê ku fikrê parastinê bighêje hejmareke mezin ji jinên herêmê.

Xalsa Muxlif wiha domand: "Ji pêşniyarên ku hatin kirin, aktîfkirina rola jinên HPC`ê di nava sazî, gund û taxan de, rêxistinkirina dewreyên hişyariyê di warê parastina civakê de, esasgirtina HPC`ê weke çalakiyeke pratîkî û çandî ku tê xwestin ku çalakiyên fikrî û pewerdeyî di vî warî de pêk bîne.."

/ar/uploads/files/2022/03/28/145233_dsc_0070-28small29.webp

Her wiha Xalsa got, di civînê de biryar hate girtin ku hemû jin di warê parastina civakî de werin perwerdekirin.

(bx)

ANHA