Şêniyên Til Hemîsê: Fikrên rêber Ocalan azadî û rûmeta gelan mîsoger dikin

Şêniyên navçeya Til Hemîsê diyar kir ku fikirên rêber Abdullah Ocalan li gorî daxwazên wan in, ji ber ku azadî û rûmeta gelan mîsoger dikin.

Şêniyên Til Hemîsê: Fikrên rêber Ocalan azadî û rûmeta gelan mîsoger dikin
27 adar, 2022   03:08
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Bi salan e bi destê dewleta Tirk a faşîst tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan tê meşandin. Bi armanca banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” li gelek welatên cîhanê û nemaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampanyaya îmzeyan dest pê kiriye.

Têkildarî mijarê şêniyên navçeya Til Hemîsê ku heta niha derdora 50 hezar îmze lê hatine komkirin, nerînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

/kr/uploads/files/2022/03/26/183858_mihemed-el-semer.webp

Mihemed El-Şemerî diyar kir ku piştî derketina aloziya Sûriyê gelek komên çekdar derkevin û wêranî û talankirin çêbû, vê yekê jî hişt ku gel koç bike lê bi saya fikirên rêber Abdullah Ocalan yekîne hatin avakirin û pêşî li wêraniyê hate girtin.

Mihemed El-Şemerî got: “Bi rihê berxwedana rêber Abdullah Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de, gel piştgirî da vê hemleyê. Gel tev li fikra neteweya demokratîk bû ku tê de felsefeya biratiya gelan, wekhevî û nerîna azad hene. Li ser vî esasî em PKK`ê wek partiya gel dibînin.”

El-Şemerî got fikirên rêber Ocalan li gorî daxwaza wan in, ji ber ku azadî û rûmeta gelan mîsoger dikin û wiha dom kir: “Fikrên rêber Abdullah Ocalan nêzî jiyana me ya xwezayî ne, ji ber ku dûrî desthilatdarî û neteweperestiyê ne.”

/kr/uploads/files/2022/03/26/183934_ziheya-el-cell.webp

Ziheya El-Celûl jî da xuyakirin ku ramanên rêber Ocalan hevgirtinek di nava gelan de ava kir, mînaka wê jî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê jî em PKK`ê ku bi pêşengiya rêber Ocalan hatiye damezirandin, wek teror nabînin û em banga derxistina wê ji lîsteyê dikin.”

Ziheya El-Celûl got: “Rêber Abdullah Ocalan rêberekî leheng e, em wî wisa bi nav dikin. Ji ber ku daxwaza mafên jinan dike. Îro jin parastina welatê xwe dikin û bi saya fikirên rêber Abdullah Ocalan em bûn jinên herî bihêz ên cîhanê. Armanca me azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e. Fikirên rêber Ocalan hêz daye jinan.”

/kr/uploads/files/2022/03/26/183917_xell-osman.webp

Xelîl Osman jî diyar kir ku ew tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan şermezar dikin û got: “Em li ser fikirê neteweya demokratîk û bi hebûna felsefeya biratiya gelan dijîn.”

Xelîl Osman bal kişand ser şoreşa Rojava jî û got: “Ji ber ku şoreşa me li ser fikirên demokrasiyê yên rêber Ocalan dimeşe, bi ser dikeve.”

ANHA