Ji lehengiya gerîla heta lehengiya gel – AHMET BÎRSÎN

Ji lehengiya gerîla heta lehengiya gel – AHMET BÎRSÎN
27 adar, 2022   00:40

Piştî pîrozbahiya Newrozê ya dîrokî, Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî jî dest pê kir. Di dîroka gelan de jî û di dîroka gelê Kurd de jî lehengên her serdemê û heta her kêliyekê her tim hebûne. Lê belê, hin leheng hene ku yên sedsalan in. Kawayê hembem Mazlûm Dogan û fermandarê nemir Mahsûm Korkmaz anku Egîd ne tenê ji bo kêliyekê an jî serdemekê, lê ji bo dîroka gelê Kurd û dîroka tevahiya mirovahiyê bi berxwedana xwe ya li dijî faşîzm, qirkerî, mêtingerî, dîktatorî û hegemonyayê, mohra xwe daniye ser rûpelên dîrokê. Ne agirê ku Mazlûm Dogan li zindana Amedê li dijî faşîzma 12'ê Îlonê di 21’ê Adara 1982'yan de vêxist, ne jî berxwedan û tevgera azadiyê ya ku fermandar Egîd li dijî dagirkerî û mêtingeriya Tirk li navçeya Erûh a Sêrtê di 15'ê Tebaxa 1984'an de da destpêkirin, qels nebûne. Ji ber wan jî çalakî û şehadeta mîlîtanên apocî di dîroka gelê Kurd de wek Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî cihê xwe girt.

LEHENGÎ XETA BINGEHÎN A PKK'Ê YE

Rêber Ocalan di Kongreya 3’yemîn a PKK’ê de fermandar Egîd ku di şerekî li Gabarê yê li dijî artêşa Tirk de hatibû şehîdkirin, wek “sembola partîbûnê ya ji bo rizgariya neteweyî” diyar kir. 28'ê Adarê wek 'Roja Lehengiyê ya Neteweyî' hate îlankirin û biryar hate dayîn ku hefteya ji 21'ê Adarê roja şehadeta Kawayê hemdem Mazlûm Dogan heta 28'ê Adarê ku fermandar Egîd şehîd bû, 'Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî' be. Di qonaxa koma yekemîn a PKK'ê de di şexsê rêber Ocalan de lehengî derketiye holê û hate dîtin ku ev têkoşîn bêyî wê nikare bi pêş bikeve. Ji ber vê yekê, lehengî xeta herî bingehîn a bê rawestan a PKK'ê ye.

BERDÊLÊN GIRAN HATIN DAYÎN

Di demekê de ku kesî nedikarî bibêje "Kurdistan mêtingeh e", ji bo kurdîtiyê jî nikaribû tê bikoşe û li dijî mêtingeriyê guleyekê jî biavêje, rêber Ocalan tevî dizanî di dawiyê de îdam heye jî, bi rêxistin kir û partî ava kir. PKK'ê li çiyê û zindanan li dijî mêtingerî, nokerî û her cure paşverûtiyê li ser xeta lehengiyê şer kir. Ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd bê teredût berdêl dan. Ji xwe re kir esas ku li hemberî êrişên dewleta Tirk, NATO, faşîst û paşverûyên xw nokerên herêmî û xayînên hevkar rabe ser pêyan û bi jiyana xwe re têkoşînê bike.

Di serdemên herî zehmet de fedaîtiya gerîla li ser xeta lehengiyê bi pêş ve çû û heta roja me ya îro hat. Dema em jidayikbûna Rêbertî ya 50’yî dinêrin, em dikarin bi hêsanî bibinin ku PKK partiyeke pêngav û hemleyan e. Pêngav û hemle ji bo hemû milîtanên PKK'ê bûn karakterekî rêbertiyê. Ji demekê ku pelek jî ji bo kurdîtiyê nediliviya, gelê Kurd heta roja me ya îro anî. Di vî warî de îspat bûye ku têkoşîna PKK'ê meşeke lehengiyê ye.

Ji ber vê yekê, gelê Kurd ji roja ku rêber Ocalan û partiya wî nas kir û vir ve, bi hesteke kûr a welatparêziyê cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girt û bi vê armancê bêyî dudilî ewladên xwe yên herî hêja dan.

Li hemberî her cure zext û komkujiyên mêtingeriyê, dev ji Rêbertiya xwe û partiya xwe PKK'ê berneda û rastiya gel a ku li ber xwe dayî bi vî rengî raxiste ber çavan. Ji aliyê din ve jî, li her bihosteke Kurdistanê, bi taybetî Bakurê Kurdistanê, lehengên gel mohra xwe li her serdem û kêliyekê daye.

Dema ku em li têkoşîna PKK'ê ya hebûn û azadiya gelan û gelê Kurd binêrin, em ê di xeta lehengiyê de avakirina artêşeke şehîdan bibînin. Artêşa şehîdan ji Kurd, Tirk, Tirkmen, Laz, Çerkez, Ereb, Alman, Yewnan, Îngilîz, Arjantînî, hema hema ji her gel, her civak, her ol, her mezhebe, ji lehengên herî hêja yên ku dilê wan ji bo mirovahiyê lê dide, pêk tê. Ew leheng li hemberî êrişa li dijî gelê Kurd û gelan bi hesreteke mezin ji bo parastina ziman, çand, jiyan, xweza û hemû nirxên xwe yên dîrokî di asta herî pêş de dimeşin. Lewma jî PKK xet û ocaxa lehengiyê ya gelan e.

Faşîzma AKP-MHP'ê ji derbeya 1'ê Mijdara 2015'an û vir ve hêza NATO'yê dide pişt xwe û êrişî PKK'ê û hemû destketiyên gelê Kurd dike. Êrişa qirkirinê ku wek "Plana Têkbirinê" tê binavkirin, zêdetirî 7 sal e bê navber dewam dike. Encam ew e ku faşîzma AKP-MHP'ê gihîştiye qonaxa hilweşînê lê PKK'ê destkeftiyên gelê Kurd parastine.

Bê guman ev faşîzma reş xwe bi xwe negihaşt vê qonaxê. Ruhê Apocî yê lehengiyê ku di nava PKK'ê de cih girt, faşîzma AKP-MHP'ê gihand vê qonaxa hilweşînê. Heke ev ruh nebûya, li hemberî bi hezaran leşkeran, li hemberî hemû çekên teknîk û kîmyewî yên li Garê, Avaşînê, li Werxelê, Mamreşo, Zendûra û bi dehan cihên din, çawa dikarî li ber xwe bida? Her yek destan û çîrokeke lehengiyê ye.

Tevî ku Rêbertiya wê di nava tecrîdeke mutleq de ye, partiya wê bi tunekirinê re û gelê wê bi qirkirinê re rû bi rû ye, tevî hemû şert û mercên neyînî jî bi biryardariyeke mezin tê dikoşe, hemû enerjiya xwe heta asta herî bilind terxan dike û bi coş û moraleke mezin dikeve nava têkoşînê. Ger ev ne lehengî be, çi ye? Di encama vî ruhê lehengiyê yê PKK'ê de faşîzma AKP-MHP'ê îro gihaştiye ber hilweşînê.

HEFTEYA LEHENGIYÊ JÎ DÊ MÎNA NEWROZA ÎSAL CUDA BE

Gelê Kurd îsal dikeve salvegera 37’an a Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî. Mîna Newrozê, Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî ji niha ve nîşan dide ku sala 2022'yan dê gelekî cuda be. Tevî hemû balafirên keşfê yên bêmirov ên mêtingeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê digeriyan jî, dema mirov li pîrozbahiyên Newrozê yên gerîla dinêre, xuya dibe ku bi xurtî amadekarî ji bo Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî kirine.

Sedema herî girîng a vê yekê jî ew e ku rêber Ocalan ev 23 sal e di nava tecrîdeke giran de ye û hêrsa mezin a gel û gerîlayên Kurd a li dijî wê ye. Ji ber ku gelê Kurd û gerîlayên wî bendewarên azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan in, ku di pîrozbahiya Newrozê de jî hat dîtin. Di Newrozê de jî bi milyonan ji bo azadiya rêber Ocalan dengê xwe bilind kir. Divê were dîtin ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan di heman demê de Kurdistana Azad e. Ji bo vê jî seknek û têkoşînek pir xurt divê.

BI QASÎ LEHENGIYA GERÎLA, DEMA LEHENGIYA GEL JÎ HATIYE

Li aliyê din di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, bi taybetî artêş û çeteyên Tirk li benda firsendan in ku Rojava, bi taybetî jî bi hevkariya PDK'ê Herêmên Parastinê yên Medyayê yên dagir bikin û êrişî herêmên wekî Şengal û Mexmûrê bikin. Ya herî girîng jî divê mirov bibîne ku pêvajoyeke çarenûsî ketiye dewrê, weke parastina nirxên ku gelê Kurd bi berdêl û kedeke mezin afirandine. Ji ber vê yekê, barê herî mezin ê vê pêvajoyê bê guman dê li ser milê gerîla be bi pêşengiya PKK'ê tev digerin. Lewma girîng e ku gelê Kurd desteka herî mezin bide gerîla. Lê aşkera ye ku divê em xwe bi vê yekê re jî sînor nekin. Bi qasî lehengiya gerîla, divê were dîtin ku dema lehengiya gel jî hatiye.

ANHA