​​​​​​​'Şehîd Egîd bi fîşeka yekemîn Kurd şiyar kir'

Kesayetên welatparêz got, şehîd Egîd rihê lehengiyane û neteweyî afirand û meşaleya berxwedanê vêxist ku heta niha vêketiye. Her wiha anîn ziman ku şehîd Egîd bi fîşeka yekmeîn Kurd şiyar kir.

​​​​​​​'Şehîd Egîd bi fîşeka yekemîn Kurd şiyar kir'
26 adar, 2022   23:38
KOBANÊ

Şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) fermandarê yekemîn ê Hêzên Parastina Kurdistanê (HRK) bû ku di Kongreya duyemîn a Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) de hate ragihand. Di kongreyê de biryar hate dayîn ku li Bakurê Kurdistanê têkoşîna çekdarî li hemberî komkujî û zextên rejîma Tirk ên li dijî gelê Kurd were destpêkirin.

Piştî 6 salan li ser avabûna PKK'ê, di 15'ê Tebaxa 1984'an de PKK'ê bi fermandariya Egîd têkoşîna çekdarî hate ragihand ku ji bo gelê Kurd wekî roja jiyana nû tê nasîn.

Fermandar Egîd 28'ê Adara 1986'an li Çiyayê Gabarê yê Kurdistanê şehîd bû û di dîroka têkoşîna rizgariyê de bû sembola lehengiyê.

Di salvgera şehadeta fermandar Egîd de, kesayetên welatparêz ên ji Kobanê li ser şehîd Egîd û rola wî di şoreşa nûjen a kurdan de axivîn.

'YÊ KU GIRÎNGIYA ŞEHÎD EGÎD Û PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ NAS NAKE BILA NEBÊJE EZ KURD IM'

/kr/uploads/files/2022/03/26/184144_mehmud-salih.webp

Mehmûd Salih Mihemed ji gundê Elîşar ê rojhlatê bajarê Kobanê ye, bavê du gerîlayan û birayê şehîd Hemîd Kobanê ye. Mehmûd Salih Mihemed sala 1979'an, bi rêya endamên partiyê li bajarokê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê PKK'ê nas kir û tev li xebatê şoreşger bû.

Salih Mihemed anî ziman ku yên girîngiya şehîd Egîd û Pêngava 15'ê Tebaxê nas neke, nikare îdiaya kurdîtiyê bike û got: "Şehîd Egîd fermandarê leşkerî ye ku ji bo rizgarkirina gelê Kurd gavên dîrokî avêtin."

Mehmûd Salih Mihemed diyar kir ku rejîma Tirk a dijmin ji cîhanê re ragihand ku Kurd hat îmhakirin û binaxkirin û wiha domand: "Lê fikr û ramanê rêber Abdullah Ocalan û lehengiya fermandar şehîd Mahsûm Korkmaz ji dijmin û gelê Kurd re suprîzek bû, nemaze dema ku şehîd Egîd têkoşîna leşkerî ragihand ku derbeyek li dijmin da ku hêza wê di lutkeyê de bû."

Mehmûd Salih Mihemed behsa pêvajoya piştî ragihandina têkoşîna çekdarî li Kurdistanê kir û got: "Bi hezaran xort û keçên Kurd tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn û li hemberî dagirekriya Tirk a ku ji bilî tundiyê tiştekî din fêm nake, şer ragihand. Şehîd Egîd ev mîrat ji me re hişt û di dilê me de rihê berxwedanê afirand. Çirûska ku şehîd Egîd pêxist heta roja me ya îro vêketî ye, divê ev rih û ev têkoşîna pîroz a rewa werin parastin."

'ŞEHÎD EGÎD BI FÎŞEKA XWE YA YEKEMÎN DIJMIN HEJAND Û KURD ŞIYAR KIR'

/kr/uploads/files/2022/03/26/184118_ehmed-resad.webp

Kesayetê welatparêz birayê şehîd Mihemed Kobanê, Ehmed Rêşad anî ziman ku lehengiya şehîd Egîd berdewama lehengiya berxwedêrên girtîgeha Amedê ye û got: "Ji Newroza 1982'yan heta Pêngava 1984'an de Kurd di pêvajoyeke çarenûsî de jiya. Lehengên wê Mezlûm Dogan, Mihemed Xeyrî Durmûş û hevalên din, heta şehîd Egîd qeydên ku li ser kurdan hatibûn ferzkirin, şikandin û qonaxeke nû di dîroka gelê Kurd de ragihand."

Ehmed Rêşad got, şehîd Egîd bi fîşeka yekmîn û ragihandina têkoşîna çekdar dijmin hejand û gelê Kurd şiyar kir, her wiha rewşa kurdan guhert.

ANHA