Li Efrînê di 6 rojan de 6 welatî hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di nava 6 rojên derbasbûyî de 6 welatî li Efrînê revandin. Di nava revandiyan de jineke ciwan jî heye.

Li Efrînê di 6 rojan de 6 welatî hatin revandin
26 adar, 2022   10:26
ŞEHBA

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gund û navçeyên kantona Efrînê ya dagirkirî di 6 rojên derbasbûyî de 6 welatî revandin.

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê, îstixbarata dewleta Tirk di 19'ê Adarê de 2 welatiyên ji navçeyên Bilbil û Şera ku li navenda kantona Efrînê diman, revandin.

Navên kesên hatine revandin ev in: Îsam Mistefa Mihemed ji gundê Qeregulê yê Bilbilê û Mistefa Eyûb Hiso ji gundê Meydankê yê Şerayê.

Heman çavkaniyan ragihand ku heya niha jî çarenûsa wan ne diyar e, her du welatî jî zêdetirî 3 salan di girtîgeha Raiyê de hatibûn girtin.

Çavkaniyan ragihand ku çekdarên nenas di 20'ê Adarê de jina ciwan a bi navê Fîdan Ehmed Yazo ji gundê Çema yê Şerayê yê di bin kontrola çeteyên Silêman Şah (El-Emşat) de, revand û di berdêla serbestberdana wê de 20 hezar dolar xwestine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bavê Fîdan Ehmed Yazo beriya 6 mehan ji aliyê çeteyên Polîsên Leşkerî ve hatibû revandin.

Her wiha çeteyan di 21'ê Adarê de ciwanê bi navê Bekir Emîn Xebû (30) ji gundê Umero yê navçeya Raco li nuqteya kontrolê ya taxa Mehmûdiyê revandi û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Çeteyên Polîsên Leşkerî di 22'yê Adarê de du welatî ku yek ji wan ji gundê Gemrûkê ye, revandin û navên wan wiha ne: Ednan Ebdo Şêxo (61) û Hesen Ebdo Şêxo (50) salî û ew birin cihekî nediyar.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ev zêdetirî 4 salan e ku bi armanca koçberkirina gel û guhertina demografiya kantona Efrînê, sûcên xwe yên li dijî gel didomînin.

(dx)