Li Şêrawayê ji ber teqîna mayînê du kesan jiyana xwe ji dest da

Li gundewarê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ji ber teqîna mayînekê du kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 mih telef bûn.

Li Şêrawayê ji ber teqîna mayînê du kesan jiyana xwe ji dest da
26 adar, 2022   17:09
ŞEHBA

Li devera di navbera gundê Bênê û gundê Tenibê de ya navçeya Şêrawayê de mayînek teqiya. Di encamê de welatiyê bi navê Xelîl Behrî Hemade (35) û zarokê bi navê Behrî Mihemed ê (8) ku pezên xwe diçêrandin jiyana xwe ji dest da. Her wiha 20 mih telef bûn.

ANHA