Rojnameyên erebî: Civîna komîteya destûrê ya li Cinêvê bi dawî bû

Rojnameyên erebî vê sibê li ser komîteya destûrê ya Sûriyê, hilbijartinên serokkomariyê yên Iraqê û rewşa Tunisê nivîsand.

Rojnameyên erebî: Civîna komîteya destûrê ya li Cinêvê bi dawî bû
26 adar, 2022   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BIDAWÎKIRINA CIVÎNA "DESTÛRA SÛRIYÊ"

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset ev nivîsand: "Duh civîna Komîteya Destûrê ya li Cinêvê bi dawî bû. Şandeya bi navê hikumetê ya bi serkêşiya Ehmed El-Kezberî, şandeya diyalogan a opozîsyonê ya bi serkêşiya Hadî El-Behre û kesayetên nûnertiya civaka sivîl tev li civînê bûn.

Kesên di roja dawîn de tev li civînê bûn, pêşniyar û nêrînên xwe pêşkêşî Nivîsgeha Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen kir ku nîqaşên di navbera El-Kezberî û El-Behre de yên bi armanca tedbîrên sererastkirina destûrê, hêsan dike.

Geir Pedersen li pêşiya endamên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê gotibû: "Nakokiyên mezin di navbera şandeyên hikumetê û oposîzyonê de hene” û têkildarî vê yekê bang li her du aliyan kiribû ku hîn zêdetir kar û xebatên cidî bikin, da ku zemînekî hevbeş ava bikin û bigihêjin biryara 2254.

Balyoz Richard Mills destnîşan kiribû ku piştî 11 salan ji destpêkirina aloziya Sûriyê û şerê li dijî hikumeta Şamê yên hovane yên li dijî gelê Sûriyê, hin kesên beşdarî civînê bûne, dixwazin bi bihaneya Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê zêde nîqaşa vê doze dike, pêşde biçin.

Richard Mills ev li axaftina xwe zêde kir: "DYA`yê dê têkiliyan bi rejîma El-Esed re çêneke, her wiha em bang li dewletên difikirin hevkariyê pê re bikin ku sûcên li dijî sûriyan binirxînin."

‘LI IRAQÊ KOMÊN ŞÎE TÊKILDARÎ WINDAKIRINA MAFÊN PÊKHATEYAN TAWANAN DIKIN’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El-Ereb ev nivîsand: “Têkildarî hilbijartina serokkomarê Iraqê çend saet mane ku iraqî bigihêjin kêliya rastiyê ku heta niha nizane ka ew ê kotaya qanûnî bi dest bixe yan na.

Ev rûniştin bi zextên mezin ên hêzên siyasî re rû bi rû man, nexasim komên şîe ku di saetên derbasbûyî de, di daxuyaniyên wan de îsbata vê yekê hate kirin.

Aliyên siyasî yên Iraqê anîn ziman ku daxuyaniyên wiha, hişmendiya taîfî nîşan didin, lewma hişyariya dan ku ev rageşî dikare bandorê li civata şîe bike.”

‘TUNIS… BER BI DIYALOGEKE NÎŞTIMANÎ VE’

Der barê rewşa Tunisê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Aliyên siyasî yên Tunisê behsa nêzîkbûna dema peymana di navbera serok Qeys Seîd û sekreterê giştî yê Yekitiya Giştî ya Tunisê Nûredîn El-Tebûbî dikin.

Çavdêr pêşbîn dikin ku serok Seîd dixwaze lihevkirineke giştî bi Yekitiya Giştî ya Tunisê re li dar bixe, da ku aloziyên siyasî, aborî û darayî û civakî derbas bike, lê Tevgera Ronasansê ya Îxwanan ev red kiribû û tenê aliyê aborî erê kiribû.

Seîd piştrast kir ku li Tunisê ew ê her kes têkildarî rejîma siyasî ya nû nêrînên xwe bînin ziman, her wiha ew ê ber bi refrandûmê jî biçin, da ku guhartinan di destûrê çêkin."

(eh)