​​​​​​​Însiyatîfa Ji Rêber Ocalan re Azadî: Divê CPT'ê tavilê serdana Îmraliyê bike 

Însiyatîfa Ji Rêber Ocalan re Azadî ya Sûriyê bang li saziyên têkildarî mafên mirovan û CPT'ê kir ku tavilê serdana Îmraliyê bikin û derbarê rewşa rêber Ocalan de agahiyan bide.

​​​​​​​Însiyatîfa Ji Rêber Ocalan re Azadî: Divê CPT'ê tavilê serdana Îmraliyê bike 
25 adar, 2022   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Parastina Rêber Ocalan (Însiyatîfa Ji Rêber Ocalan re Azadî ya Sûriyê) bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan û bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ya li hemberî îşkenceya li Îmraliyê şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

"25'ê Adarê salek di serî peywendiya dawî ya di navbera rêber Ocalan û derve de derbas dibin. Beriya salekî peywendiyeke telefonê di navbera wî û birayê wî de çêbû, peywendî çend deqe dom nekir û heta qutkirin. Ji wê demê ve tevî daxwazên domdar ên buroya sedsalê yên ji bo hevdîtinê rê nayê dayîn ku parêzerên rêbertî û malbata wî serdana wî bikin û rewşa wî binasin.

Pergala tecrîdê ku li Îmraliyê tê meşandin li dijî nirxên hiqûqî û mirovahî ye û binpêkirineke eşkere ji qanûnên navneteweyî û mafên mirovan e.

Ev tecrîd li pêşiya çav û guhên cîhanê tê meşandn, lê li hemberî wê tu helwest ji aliyê saziyên hiqûqî yên Ewropayê û saziyên wekî din ve derneketiye. Em vê bêhelwestiyê wekî tevkariya wan bi pêkanîna tecrîda giran de dibînin.

Ji rakirina tecrîda li ser rêbertî zêdetir em bang dikin ku dem dema azadiya rêbertî û derxistina wî ji girtîgehê ye. Doza rêber Ocalan ne dozeke kesayetî ye bi qasî ku doza gelekî ye. Tecrîd, mercên giran ên girtina ne qanûnî sedemên neçareserkirina pirsgirêka kurdî li Tirkiyê ye. Bêyî çareserkirina vê pirsgirêkê aştî û demokrasî wê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn pêk neyîn. Bi diyalogên rasetrast bi rêber Ocalan wê ev pirsgirêk çareser bibe.

Li ser vê yekê divê hemû saziyên têkildarî mafên mirovan, bi taybet CPT'ê tavilê serdana Îmraliêy bibe û rewşa rêber Ocalan eşkere bikin.

Em bang li dewleta Tirk dikin ku rêber Ocalan û hevalên wî yên di girtîgeha Îmraliyê de ne serbest berdin. Her wiha em bang li dostên gelên Kurd dikin ku bi daxwazên rewa yê gelê Kurd re bin. Dîsa banga me ji bo civata navneteweyî û saziyên hiqûqî yên cîhanê ku zextê li dewleta Tirk bike da ku ev daxwaz bi cih werin. Pêkanîna van daxwazan tê wateya pêkanîna aştî, azad û demokrasiyê ji bo tevahî gelên li Tirkiyê û Rojhilata Navîn."

ANHA