​​​​​​​‛Narkotîk ji herêmên dagirkirî derbasî herêmên me dibin’

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El-Hesen diyar kir ku armanca belavkirina narkotîkê hedefgirtina binesazî û exlaqê civakê ye û got, narkotîk ji herêmên dagirkirî derbas dibin.

​​​​​​​‛Narkotîk ji herêmên dagirkirî derbasî herêmên me dibin’
25 adar, 2022   23:53
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Dewleta Tirk a dagirker û aliyên dîtir bi armanca xirabkirina exlaq û binesaziya civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek rêbazan bi kar tînin, mîna êrişên leşkerî û fikrî, belavkirina narkotîkê li herêmê bi rêya çeteyên xwe.

Girêdayî mijarê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîneke çapemeniyê de ku di 22’yê vê Adarê de li Qamişloyê li dar xistibû eşkere kir ku hêzên wê mîqdareke mezin a narkotîkê desteser kirin ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk derbasî herêmê kirin da ku civakê hilweşînin.

Li ser vê yekê, berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El-Hesen ji ajansa me re axivî û da zanîn ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûbirûyî cureyeke din ên şer e ku binesazî û exlaqên civakê hedef digire û wiha got: "Herêm bi giştî tê hedefgirtin. Ji ber şer me gelek êş kişandin û ji bo ewlehiya herêmê xwe me têkoşîn kir. Niha jî em rûbirûyî şerekî ne ku li dijî hemû ferdên civakê ye."

El-Hesen diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rêya endamên Têkoşîna Sûcê hewl didin ku madeyên narkotîkê tune bikin û got: "Ev hewldan bi rêya ragihandina hemleyên tunekirina vê diyareyê, mîna pêngava "jiyan berpirsiyarî tye" tên kirin. Di vê pêngavê de miqdareke mezin a van madeyan hatin desteserkirin û bazirganên wê hatin girtin."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 25’ê Îlona 2020’an bi navê "jiyan berpirsiyarî ye" pêngavek ragihandibû da ku dawî li belavkirina narkotîkê bîne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 23’yê Sibata 2021’an de ragihand ku ji pêngava destpêkê du qonax bi dawî kirin û eşkere kir ku 17 kesên di depoyên tenduristî û dermanxaneyan de dixebitin, propaganda  dikirin û dermanên ne li gorî raçêtên taybet difiroşin, girtin û 9 hezar û 937 hebên narkotîkê girtin.

'DIXWAZIN NIRXÊ CIVAKÊ TÊK BIBIN'

Elî El-Hesen îşaret bi sedemên belavkirina narkotîkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: "Herêmên me û Sûriye bi giştî ji kevn ve bûbûn nuqteyên bazirganiyê. Ji lew re ev mîqdara mezin ji narkotîkê bi rêya dewletên cîran derbasî herêmên me dibin û beşek jê jî propagandaya wê ji herêmê bi xwe ye."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di civîna çapemeniyê li Qamişloyê de wiha got: "Aliyên derve û hin xwefiroş bi hemû rêbazan hewl didin herêmên me xirab bikin, ji wan hewldanan derbaskirina narkotîkê û gelek madeyên qedexekirî da ku binesaziya civakê û nirxên civakê hedef bigirin. Ji wê zêdetir jî hewl didin herêma me ya erdnîgarî bi kar bînin da ku van madeyan bi rêya xaka me derbasî dewletên din bikin."

'HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN JI BO QEDANDINA VÊ AFATÊ DIXEBITE'

El-Hesen ev tişt got: "Bi rêya şopandina baldar û lêpirsînên destpêkê ku me bi kesên girtî re pêk anîne, hate eşkerekirin ku narkotîk ji herêmên dagirkirî bi rêya çeteyên girêdayî dewleta Tirk derbasî herêmên me bûne. Ev tore hemû sînoran derbas dikin, ne tenê girêdayî herêmekê ye."

Girêdayî xeteriyên narkotîkê li ser civakê Elî El-Hesen wiha pê de çû: "Gelek xeteriyên mezin ên cesedî û derûnî yên narkotîkê li ser mirovan hene ku zêdetir ciwan pê bandor dibin armanc. Bê guman em ê li pêşberî belavkirina vê pandemiyê bibin mertal û em ê bi şev û roj xebatê bikin vê yekê bi temamî ji nava civaka xwe rakin."

Elî El-Hesen destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn erka parastina herêmê bi cih tîne, her wiha bi rêya qedexekirina derbaskirina vê pandemiyê parastina dewletên cîran dike.

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El-Hesen wiha dawî li gotina xwe anî: "Em her tim ji bo parastina we dixebitin. Parastin û ewlehiya wê ji berpirsiyariyên me yên pîroz in û em ê her tim wê yekê ji we re pêk bînin."

(fr)

ANHA