Artêşa Tirk li Girê Spî malan hildiweşîne

Di dîmenên ku hatin bidestxistin de artêşa Tirk a dagirker malên şêniyên gundewarên Girê Spî yên ku hatine koçberkirin, hildiweşîne.

Artêşa Tirk li Girê Spî malan hildiweşîne
25 adar, 2022   19:06
EYN ÎSA

Di dîmenekê de diyar dibe ku mala koçberekî ji bajarokê Silûkê yê Girê Spî ya dagirkirî bi temamî hatiye wêrankirin.

Li gorî çavkaniyê ku dîmen kişandiye, artêşa Tirk a dagirker bi rêya treksên leşkerî mal wêran kir.

Heman çavkanî da zanîn ku mala ku dagirkeriya Tirk wêran kiriyê yê koçberê bi navê Ebdurezaq El-Omer ê ji gundê Telîl El-Deli yê 5 kîlo metre dikeve rojhilatê bajarokê Silûkê li rastê rê ye. Mal 400 metre nêzî nuqteyên dagirkeran e.

Piştî êrişa li ser Serêkaniyê û Girê Spî di 9’ê Cotmeha 2019’an de û dagirkirina wan  û koçberkirina welatiyan bi darê zorê, artêşa Tirk a dagirker sûc û binpêkirinên li dijî mal û milkên sivîlan, pêk tîne. Malbatên çeteyên xwe li malên koçberan bi cih dike, milkên wan û zeviyên çandiniyê desteser dike.

 Li gorî raporên ajansa me, artêşa Tirk a dagirker 25 malên li gundê Şergirak ê li nêzî rêya M4 wêran kirin. Di heman demê de gelek malên li gundê Til Hîsan ê Girê Spî hilweşandin û rast kirin.

(fr)

ANHA