​​​​​​​Di zindanên dewleta Tirk de girtiyekî din ê nexweş jiyana xwe ji dest da

Abdullah Bora yê 80 salî ku nêzî 26 sal e dîlgirtî bû û bi nexweşiya penceşêrê ketibû, di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Di zindanên dewleta Tirk de girtiyekî din ê nexweş jiyana xwe ji dest da
24 adar, 2022   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Nexweşê kanserê Abdullah Bora yê 80 salî ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dîl dihate girtin, duh êvarê li Nexweşaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku agahî ji malbatê re hate ragihandin, xizmên wî cenazeyê Bora ji nexweşxaneyê wergirt û bir navçeya Bismilê. Cenazeyê Bora li goristana li taxa Aralikê ya li navçeyê hate veşartin.

Tevî rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) gelek kes tev li merasîma cenaze bûn.

Abdullah Bora beriya 2 salan bi penceşêrê ketibû û 7 meh bû ku bi rengekî kelebçekirî dihate dermankirin.