Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li dozgeriyê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
24 adar, 2022   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzer Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî ji bo ku muwekîlê xwe rêber Abdullah Ocalan bibinin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi rêber Abdullah Ocalan re axaftin hatibû kirin, lê ev axaftin jî nîvco hatibû hiştin.

Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve serlêdanên parêzeran hemû bê bersiv têne hiştin.