Asya Ebdullah: Êrişên li dijî jinan qirkirina civakê dikin hedef

Kesên di Konferansa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivîn, têkildarî rewşa jinan a li herêmên dagirkirî got "Hemû êriş bi armanca qirkirina jinan in û sûcên dewleta Tirk a dagirker dikevin çarçoveya sûcên şer."

Asya Ebdullah: Êrişên li dijî jinan qirkirina civakê dikin hedef
24 adar, 2022   13:24
QAMIŞLO

Konferansa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hola Zana ya li Qamişloyê berdewam dike. Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Abdullah axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Asya Abdullah destpêkê hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Asya Abdullah got: "Di dîroka mirovahiyê de her tim du xet hene ku ew jî xete berxwedanê û xeta înkar û xiyanetê ne. Li ser asta cîhanê û Rojhilata Navîn em bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ne ku tim û daim hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbe bike. Ev êriş jî di serî de jinan dike hedef, da ku di şexsê jinan de civakê qir bikin."

Asya Abdullah anî ziman ku qetilkirina jinan tê wateya qetilkirina jiyan û civakê û ev lê zêde kir: "Bi armanca berdewamkirina jiyanê jin bi pêşengtiya jina azad û Tevgera Rizgariya Kurdistanê li dijî hemû sûcên li ser xwe disekine. Ev sûc tê wateya qirkirina jinan û înkarkirina hebûna wan."

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Abdullah di şexsê şehîd Hevrîn Xelef û yadê Aqîde de îşaret bi hêz û berxwedana jinan kir û got: "Lidarxistina konferans yekitiya hemû jinan û tevgerên jinan mîsoger dike, da ku li dijî gefên pê re rû bi rû dimînin bisekinin. Divê ev konferans ji jinan re bibe platformek, da ku dengên xwe li dijî dewleta Tirk a dagirker bilind bikin."

Di dawiyê de Asya Abdullah bal kişand ser girîngiya bilindkirina asta berxwedanê û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Da ku herêmên dagirkirî werin rizgarkirin û ambargoya li ser were rakirin, ev jî bi saya berxwedana me dê pêk were. Di dawiyê de em dubare soza xurttkirina xeta têkoşîn û berxwedanê nû dikin."

Endama Fermandariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed jî axivî û got: "Jin her tim li ser bingeha berxwedan û têkoşînê li dijî hemû awayên tundî û înkarkirinê yên ku sîstemên desthilat didin meşandin, tê dikoşe. Heta di Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî bi xurtî tev li bû û careke din dîrok guhart."

Newroz Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi rola jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev lê zêde kir: "Destpêka şoreşê û heta niha jinan gelek zehmetî derbas kirin û bi hezaran şehîd dan. Di encamê de bi saya van şehîdan destkeftiyên mezin bi dest xistin."

Newroz Ehmed bal kişand ser yekitiya wan û wiha dewam kir: "Da ku bibin xwedî vîn û nasname ji ber ku beriya niha hatibû çewisandin, lê piştre pêşketin û li dijî desthilatê tê koşiyan. Li aliyekî din jî tevlêbûna jinan di qadên leşkerî re pir girîng bû."

Newroz Ehmed diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker, dikevin çarçoveya sûcên şer, lê dîsa jî civata navneteweyî bê deng e, ev jî dihêle hîn zêdetir sûc pêk werin û dagirkirina erda Sûriyê were rewakirin. Newroz Ehmed destnîşan kir ku têkoşîna li dijî artêşa Tirk têkoşîneke niştimanparêzî ye û dikeve çarçoveya parastina gelê Sûriyê.

Têkildarî sûcên artêşa Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, sînivîzyonek hate nîşandan.

Konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e.

(eh)

ANHA