Partiyên siyasî: Hevgirtina me rêgeza xweparastinê xurtir dike

Kesayetên siyasî diyar kirin ku partî bi rêya perwerdekirina gel û çareserkirina nakokiyên civakî  beşekî mezin a xurtkirina parastina cewherî hildigirin.

Partiyên siyasî: Hevgirtina me rêgeza xweparastinê xurtir dike
23 adar, 2022   08:45
KOBANÊ

Xweparastin ji bo serkeftina her şoreşekê û parastina her herêmeke ji metirsiyan faktoreke sereke ye.

'BI HEVGIRTINÊ XWEPARASTIN XURT DIBE'

Li ser girîngiya xweparastinê, rola partiyên siyasî di parastina herêmê ji xeteriyên derve û fitneyan û çareserkirin û birêxistinkirina civakê de, hejmareke kesayetên siyasî yên ji partiyên kurdî yên li Sûriyê ji ANHA'yê re axivîn.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî) Ferman Hisên anî ziman ku partî dikarin bi rêya hevgirtinê rola xwe di xurtkirina rêgeza xweparastinê de bilîzin û arastekirina endamên xwe ji bo ku rewşa ewlehiya li herêmên xwe bişopînin, her wiha got, rewşa yekrêziya di navbera wan de dê rê li ber binpêkirinên ewlehiyê yên aliyên dijminên Rêveberiya Xweser bigire.

Ferman Hisên wiha lê zêde kir: "Partiyên Kurdistanî bi rêya bilezkirina serxistina diyaloga kurdî, avakirina lêvegereke kurdî ya bilind ku nûnertiya mafên gelê Kurd û doza wan a qadên navneteweyî û niştimanî de bike, her wiha bi rêya xurtkirina hevkariyeke rasteqîn di rêvebirina herêmê de dikarin destkeftiyên şoreşê yên ku bi saya xwîna zarokên me bi dest ketine, biparêzin. Bi vê yekê dikarin mafên gelê Kurd ê li Sûriyê di destûrekê de ku li gorî hevpeyamên navneteweyî, bidin qebûlkirin."

Ferman Hisên li ser rola partiyên kurdî di dûrxistina herêmê ji fitneyan de got: "Partiyên kurdî dikarin li hember van nakokiyan bibin dîwar û bi rêya dezgehên çapemeniyê yên dîtbarî, nivisîkî û guhdarî banga dûrxketina ji xîtabên nefretê û gotegotan bikin ku opozîsyon û aliyên dijmin belav dikin û dikarin rolekê di dûrxistina herêmê ji şer de bilîzin."

' DİVÊ EM BERJEWENDİYÊN GELÊ XWE Dİ SER BERJEWENDİYÊN XWE RE DEYNİN '

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Kamîran Kenco got: "Tevî komkujiyên ku li herêmê hatine kirin, gel xwe îspat kiriye û bi qehremanî axa xwe parastiye û buhostek jê bernedaye. Heman demê ji bo parastina wê gelek berdêl dane. Divê em partiyên siyasî layiqî vî gelî bin û astengiyên li pêşiya me derbas bikin, bi taybet aliyên derve ku hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibin. Her wiha divê em partiyên siyasî yên ku piştgiriyê didin aliyên derve hişyar bikin, ji ber ku gelê me ji aliyên derve girîngtir e."

Keco anî ziman ku bidawîkirina tirsa li gel partiyên siyasî gelekî girîng e û dihêle roleke gelekî mezin di parastina gelê herêmê ji xeteriyên derve de dilîze û got: "Em dibînin ku ku partiyê kurdî hewl didin ku ber bi yekrêziya Kurdistanê ve gav bavêjin û ev yekrêzî ji bo gelê Kurd û rêxistinkirin û parastina wê ji xetereyên derve pir girîng e."

Kenco wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em wekî partiyên siyasî berjewendiya gelê xwe bidin pêş berjewendiyên xwe yên şexsî, ji ber ku yekitiya me ne tenê gelê me di hundir de diparêze, lê di qadên navneteweyî de jî wê parastina gel bike û dê Kurd bibe yek deng û yek armanc, ew ​​jî aştî û jiyana ewle ye.Rêgeza xweparastin û bihêzkirina wê ji me tê xwestin û divê em astengiyan derbas bikin."                    

(dx)

ANHA