Li Xezayê astengiya li pêşberî jinan zêde dibin

Jinên Xezayê azarên bandorên şer, ambargo, nijadperestî û newekheviya di civakê de dikişînin, tevî vê yekê tu destek ji wan re nayê dayîn.

Li Xezayê astengiya li pêşberî jinan zêde dibin
23 adar, 2022   06:28
XEZA-OMER MÛSA

Piştî şerê dawî yê li ser Xezayê rewşa Rua Zeqot hatin guhartin. Piştî ku hevjînê Rua Zeqot de di şer de jiyana xwe ji dest da, barê wê yê xwedîkirina malbata xwe ku ji 7 kesan pêk tê hilgirtiye. Rua Zeqot (46) dibêje: "Dinya veguheriye trajediyek. Ez rojane li derfeteke kar digerim, lê bê encam in. Tenê roj derbas dibin û tu kes li rewşa me nanêre."

Di 14’ê Gulana par de, xaniyê Rua Zeqot ê li rojhilatê taxa Şecaiyê ji hêla Îsraîlê ve hate topbarankirin. Rua Zeqot wiha got: "Ez û zarokên xwe rizgar bûn û hevjînê min hat qetilkirin.  Hindekî me mala xwe sererast kir. Mîna ku tu şer çênebûye, tu kes piştgiriya me nake. Em nikarin mala xwe jinûve ava bikin û derfetên kar tune ye ku pê zarokên xwe xwedî bikim."

Ji ber ambargoya Îsraîlê ya ji zêdetirî 15 salan ve li ser Xezayê dewam dike, jin rûbirûyî astengiyên mezin in, her wiha bê navber Îsraîlê êrişî Xezayê dike. Lê sala dawî, tijî krîz bûn û para jinên Xezayê jî ji wan krîzan mezin bû. Ruxmî wê jî jin ji para xebatê tên paşgukirin û cihê wan di saziyên kar de tune ye. Bi wê re rewşeke rasteqîn a cudahî û newekheviyê di tevahî sazûmanî, binesaziya civakî û aborî ya Xezayê de heye.

Ji krîza vîrusa Korona bigire heta bi şer pêvajoya borî li ser jinên filistînî yên li Xezayê pêvajoyeke dijwar bû, digel pandemiya Koronayê de tundiya malbatî li ser jinan zêde bû. Dûvre şer azarên wan zêdetir kirin. Di raporeke Navenda Mîzan a Mafên Mirovan de hate gotin ku ji 8’ê Adara 2021’an heta 8’ê Adara îsal Îsraîlê 60 jinên filistînî  hatin qetilkirin, ji wan jî 22 zarokên keç hene.

Navendê da zanîn ku ji wan 4 jin bi mûşekên topavêjan û 56 jî bi mûşekan hatin qetilkirin. Her wiha di şerê Îsraîlê yê Gulana 2021’an de 645 jin jî birîndar bûn, ji nav wan jî 248 zarok hene.

Li gorî navendê, hejmara jinên ku di şerê dawî de hevjînê xwe winda kirine 99 in, her wiha hêzên Îsraîlê 742 xaniyên jinan û 211 hezar û 33 metre çargoşe ji zeviyên çandinî yên jinên ferdên malbatên wan 329 in,  wêran kirin.

Di 2021’an de rêjeya jinên bi darê zorê hatin koçberkirin ji sedî 53 bû, her wiha jin ji ber rewşên civakî yên tund ên ji ber tunebûna xizmetguzariyên pêwîst û berbelavbûna vîrusa Koronayê azaran dikişînin. Her wiha hejmara koçberan li dibistanên Saziya alîkariyê ya koçberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) 71 hezaran derbas kir.

Navendê destnîşan kir ku Îsraîl qedexe dike ku bi hezaran nexweş li derveyî Xezayê tedawî bibin. Her wiha ragihand ku navendê ji 158 jinên nexweş û 235 zarokên nexweş nikarî alîkariya 70 jin û 42 zarokan bikira.

Li beramber wê jî jinên Xezayê rûbirûyî rewşeke tijî krîz e û tu planeke fermî ji aliyên berpirs de tu çareserkirina rewşa civakê di tevahî aliyên jiyanî yên Xezayê de tune ye û tu qanûnên ku mafên wan garantî bikin jî tune ne.

Di vê dawiyê de, saziyên taybet bi karûbarên jinan ên li Xezayê banga guhartina qanûnan kir, ku mafên jinan li Xezayê kêm dikin. Lê ew bang pêdiviyên rewşê pêk naynin, divê eniyeke zextê ya rasteqîn bê avakirin ku qanûn werin guhartin û qanûnek hebe ku jinên li Xezayê werin parastin.

(fr)

ANHA