Rêveberiya Xweser malavayiya hêzên ewlekariyê kir

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyeke niviskî malavayiya hêzên ewlekariyê kir ku pîrozbahiyên Newrozê parastin.

Rêveberiya Xweser malavayiya hêzên ewlekariyê kir
22 adar, 2022   18:48
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê malavayiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tevahî hêzên parasatinê kirin ku hişt pîrozbahiyên Newrozê bi ewle derbas bibin,

Daxuyanî wiha ye:

"Em spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tevahî hêzên ewlehiyê dikin ku di pîrozbahiyên Newrozê yên li gelemperiya Bakur û Rojhilaêt Sûriyê de ewlehî peyda kirin. Her wiha em disiplîn û koordîne û baldariya di kar de û piştgiriya mezin a gel teqdîr dikin. Di heman demê de em malavayiya gelên xwe bi hemû pêkhateyên wê dikin ku bi coş beşdarî vê boneyê bûne û rengekî cûda ya rasteqîn dan Newrozê û hevgirtin û  yekitiya tevahî pêkhateyên gelê me nîşan dan.

Tevlêbûn û tevgirtina ku me di Newroza 2022'yan de dît zemîneke rasteqîn a projeya me ava kir ku em ji bo wê tê dikoşin. Ev proje ya jiyana hevbeş û biratiya di navbera hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye."

ANHA