ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 33-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 33-03-2022
23 adar, 2022   00:00

-Nivîsgeha PYD'yê ya li Til Hemîsê bi daxuyaniyê encamên pêngava komkirina îmzeyan a bi daxwaza derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" eşkere dike, saet 10:00'an (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pisporê kar û barên tevgerên îslamî û terora navneteweyî diyar kir ku ji ber necidîbûna civata navneteweyî di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê de, DAIŞ hîna li ser lingan e. Her wiha destnîşan kir  ku ji bo tunekirina çeteyan, divê stratejiyeke navneteweyî ya hevgirtî were avakirin. (BI WÊNE).

- Beriya bajarokê Baxozê zêde nedihat nasîn, lê ev sê sal in li tevahiya cîhanê deng daye, ji ber ku li wir dawî li çeteyên DAIŞ`ê hat. Piştî 3 salan ji rizgarkirinê, niştecihên wê vegeriyan jiyana xwe ya asayî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hesen Koçer da zanîn ku tevlîbûna girseyî ya hemû pêkhateyan ji pîrozbahiyên Newroza Bakur û Rojhilatê Sûriyê re îspata diyar a bersivdayîna wan ji bo banga Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û diyar kir ku agirê ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve ji beriya 50`î salî ve hatiye pêxistin vejîneke nû ji civakê re anî û wiha got: "Em niha ji qonaxa vejînê derbasî qonaxa azadiyê bûne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rêveberên partî û tevgerên siyasî yên Sûriyê da zanîn ku divê çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya projeya nîştimanî ya Sûriyê ya dûrî bidûrxistina pêkhateyan be û got, Rêveberiya Xweser tecrûbeyeke niştimanî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kesayetên siyasî diyar kir ku partî bi rêya perwerdekirina gel  û çareserkirina nakokiyên civakî  beşekî mezin a xurtkirina parastina cewherî hildigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Xezayê azarên bandorên şer, ambargo, nijadperestî û newekheviya di civakê de dikişînin û tu destek ji wan re nayê dayîn. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Helbestvan û hunermendên Kurdistanê di salvegera koça wî ya dawîn de diyar kir ku Seydayê Tîrêj ji bo wan kaniyeke wêjeyê ye ku tu carî zuha nabe û berhemên wî ji wan re bûne îlham. (BI WÊNE).

ANHA