​​​​​​​Munîr Edîb: DAIŞ hîna bi dawî nebûye, sedem jî gelek in

Pisporê kar û barên tevgerên îslamî û terora navneteweyî diyar kir ku ji ber necidîbûna civata navneteweyî di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê de, DAIŞ hîna li ser lingan e. Her wiha destnîşan kir  ku ji bo tunekirina çeteyan, divê stratejiyeke navneteweyî ya hevgirtî were avakirin.

​​​​​​​Munîr Edîb: DAIŞ hîna bi dawî nebûye, sedem jî gelek in
23 adar, 2022   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Di 23`yê Adara 2019`an de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) DAIŞ ji aliyê erdîngarî li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê tune kir. Di operasyonê de bi hezaran çete û zêdetirî 65 hezar malbatên DAIŞ`ê xwe radestî QSD`ê kir.

Piştî rizgarkirina Baxozê, serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bidawîbûna DAIŞ`ê ragihand. Lê DAIŞ`ê ji ber gelek sedeman bi dawî nebû. Jê ya herî girîng, gelek şaneyên DAIŞ`ê yên çalak li herêmê hene. Civata navneteweyî di serî de Koalîsyona Navneteweyî dosyaya malbat û girtiyên DAIŞ`ê çareser nekir û hesab ji dewletên ku desteka wan dikin nexwest. Her wiha destek neda herêmên ku ji ber wan operasyonan wêran bûne. Lê ya herî girîng, dewleta Tirk bermahiyên DAIŞ`ê û serçeteyên wan li herêmên dagirkirî parastin. Li sedema sereke ku hişt DAIŞ xwe ji nû ve birêxistin bike, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ye.

Di destpêka 2022`yan de êrişên çeteyên DAIŞ`ê zêde bûn. Herî dawî di 20`ê Çileyê de êrişî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê kir.

`DAIŞ HÎNA LI SER LINGAN E Û DIKARE ÊRIŞAN PÊK BÎNE`

Pisporê kar û barên tevgerên islamî û terora navneteweyî Munîr Edîb ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku herî dawî çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Diyalê yê Iraqê derketin, êrişa li ser girtîgeha Sînaa li Hesekê jî delîla mayîna DAIŞ`ê ye û wiha domand: “Rast e serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di Adara 2019`an de ragihand ku DAIŞ tune bû, lê ev tunebûn tenê ji aliyê erdnîgarî bû. Rêxistin hîna heye û xurt e û dikare operasyonan pêk bîne. Ev yek di hefte û mehên derbasbûyî de diyar bû ku dikare operasyonan li Iraq û Sûriyê li dar bixe. Bi taybet ku berê li van herêman bi ser ket û dewleteke xwe tê de ava kir.” 

Edîb diyar kir ku tunekirina DAIŞ`ê di aliyê erdnîgarî de, nayê wê wateyê ku rêxistin bi temamî tune bû. Edîb çalakbûna DAIŞ`ê bi aloziyeke mezin bi nav kir ku dibe careke din vegere ku li ser ewlehî û aştiya navneteweyî gef e.

`ALOZIYEKE DI NÊRÎNA CIVATA NAVNETEWEYÎ HEYE`

Her wiha Edîb daxuyand ku aloziyek di nêrîna civata navneteweyî de ya li hember çeteyên DAIŞ`ê heye û got: “Civata navneteweyî difikire ku rêxistina DAIŞ bi tunekirina dewletê re bi dawî bûye, lê ez di wê baweriyê de me ku rêxistin ji berê bi hêztir vegerî.”

Munîr Edîb diyar kir ku ne dûr e DAIŞ`ê careke din bikeve rojevê bi taybet piştî destwerdana Rûsya ya li ser Ukraynayê û wiha pê de çû: “Em difikirim ku mijulbûna civata navneteweyî bi nakokiya li Ukraynayê, dê derfetê bide ku rêxistin careke din vegere. Ez di vir de behsa Sûriyê dikim ku DYA`yê Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê ava kir û li dû xwe hişt û berê xwe da şerê li Ukraynayê. Ji ber vê dibe ku rêxistin ji berê bihêztir vegere. Êrişa li ser girtîgeha Sînaa jî delîla hebûna wê ya xurt e ku dikare operasyonên çekdarî pêk bîne û gefeke mezin çêke.”

Pisporê kar û barên tevgerên islamî û terora navneteweyî Munîr Edîb îşaret pê kir ku gelek dewletan rêxistinên mîna DAIŞ û yên islama radîlak ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar anîn û wiha domand: “Cîhazên îstixbaratê yên xwecih, herêmî û navneteweyî van rêxistina ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tînin, nexasim ku ev rêxistin nûnertiya hêzên ku tundiyê bi kar tîne yan bi kar nayine. Lê li dijî istiqrara hikumetan e. Ev bikaranîn, hêzek da van rêxistinan. DYA`yê ev rêxistin bi kar anîn û dibe ku di avakirina rêxistina El-Qaîda de bû alîkar. Dibe ku desteka wê ya bi cîhadîstên ereb li Efganistanê, destpêka vê bikaranînê bû ku wê demê li dijî Rûsyayê bi kar anîn. Cîhadîstên Ereb li hember Rûsya bi ser ketin û ji ber wan Rûsya di şerê 1979`an de gelek zehmetî kişand û bûn sedemek binkeftina Rûsya li Efganistanê.”

Munîr Edîb diyar kir ku bersiva Rûsya ya li hember destekdayîna Amerîkayê ji cîhadîstên Ereb sala 1987`an hat, Rûsya wê demê eniyeke cîhanî ji bo kuştina cihuyan û xiristiyanan ava kir, armanca Rûsya ji wê yekê sekna li hember DYA`yê bû. Edîb wiha domand: “Rûsya bi awayekî neyekser piştgiriya eniyê kir. Ew berpirsên êrişên 11`ê Îlona 2001`an li DYA`yê ne. Rûsya mîna DYA`yê ew rêxistin ji bo pêkanîna armancên xwe yên siyasî yên taybet bi kar anîn.”

'TIRKIYE JI BO TÊKBIRINA KURDAN DAIŞ BI KAR TÎNE'

Munîr Edîb diyar kir ku DAIŞ jî sûdê ji piştgiriya ku jê re hatiye dayîn, werdigire û wiha axivî: "Ev piştgirî ji rûbirûbûyîna li dijî rêxistinê re nabe bersiv û rêxistin sûdê ji vê piştgiriyê digire. Her wiha hin dewlet li herêmê rêxistinê bi kar tîne û dewleta Tirk ji van dewletên ku rêxistinên îslama siyasî bi kar tîne.  Di heman demê de bi awayekî pragmatik nêzî vê dosyê dibe."

Munîr Edîb destnîşan kir ku dewleta Tirk heta niha piştgiriya rêxistinên îslama siyasî û çeteyên DAIŞ`ê dike û wiha axaftina xwe domand: "Dewleta Tirk dibîne ku ev rêxistin armancên wê li herêmê pêk tîne, nexasim ku pirsgirêkeke wê ya rasteqîn bi Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re heye û ev rêxistin dijminahtiya kurdan dike, an jî pirsgirêkên Kurdan bi rêxistinên islama siyasî an jî rêxistina DAIŞ'ê bi taybet re hene. Dewleta Trk dibîne ku çavgirtina li çalakiyên vê rêxistinê an jî piştevaniya wan dibe ku di têkbirina Kurdan re bibe alîkar."

Edîb anî ziman ku madam civata navneteweyî çavên xwe li hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker digire, dewleta Tirk wê piştgiriya rêxistinên îslama siyasî dewam bike.

'NIYETA CIVATA NAVNETEWEYÎ TUNE YE KU HESAB JI DAIŞ Û DEWLETÊN PIŞTGIRIYA WÊ DIKIN, BIXWAZE'

Têkildarî bêdengiya civata navneteweyî ye li hemberî dewleta Tirk a ku destekê dide Munîr Edîb ev bersiv da: "Civata navneteweyî bi xwe destên wê di vê piştevaniyê û kontrolkirina rêxistinên îslama siyasî de heye. Ez bawer im ger civata navneteweyî di hesabxwestina ji komên tundraw re de, cidî bûya dê bi xurtî nêzîkî vê rêxistinê bibûya, di heman demê de hesab ji dewletên piştgiriya wan dikin ên wekî dewleta Tirk bixwesta, lê niyeta wê û vê yekê tune ye, ji lewma şerê li hemberî rêxistinê dikeve ser milên welatên ku dibînin ev rêxistin xeteriyê li ser mirovahiyê çêdike."

'QSD`Ê LI HEMBERÎ DAIŞ`Ê ŞER DIKE'

Pisporê kar û barên Tevgera Îslamî û Terorîsta Navneteweyî Munîr Edîb da zanîn ku QSD`ê li cihê cîhanê tevî şerê DAIŞ`ê dike û li ser vê yekê wiha axivî: "Di çarçoveya rizgarkirina erdên ku DAIŞ dagir kirine yan jî şerê li dijî xeteriya girtîgehan de, ez bawer im QSD`ê li şûna cîhanê tevî de şerê vê rêxistina tundraw dike, ji ber ku diviyabû dewlet hemwelatiyên xwe yên di nav DAIŞ de werbigirtina, lê nake û QSD`ê bi vî barê giran radibe."

JI BO TÊKBIRINA DAIŞ`Ê ÇI TÊ XWESTIN?

Munîr Edîb diyar kir ku fikreya têkbirina DAIŞ`ê hewcedarî gelek xalên girîng e û wiha dewam kir: "Divê sekineke li hemberî dewletên ku piştgiriyê didin rêxistinê hebe, her wiha divê li dijî rêxistin û fikrên wan were sekinandin. Mirov nikare li dijî rêxistinê bisekine bêyî ku dawî li fikrên ku li ser hatiye avakirin, bîne. Têkoşîna herî girîng a têkoşîna li dijî fikrê vê rêxistinê bi xwe ye, nexasim  ger me dawî li rêxistinê anî û fikir hişt ew ê careke din zindî bibin, lê dema em her duyan bi hev re bikin ne mumkin e ku ev rêxistin careke din vegere."

Munîr Edîb îşaret pê kir ku teorîk destnîşan dike ku dawî li van rêxistinan nayê û tişta tê xwestin ev e: "Divê karînên wan werin lawazkirin, da ku nekaribe çeteyan kom bikin an jî tev li xwe bikin an jî operasyonên çekdarî pêk bînin. Hişmendiyeke erebî-îslamî heye û dibe ku amade be terorê pêk bîne yan jî baweriya xwe bi fikrên tundraw bîne, ji lewma teror bi dawî nabe û ew ê tundawî jî bi dawî nebe û wekî diyardeyekê berdewam bike, lê tişta em dixwazin ew e ku ev diyarde nebin diyardeyên giştî yan jî bingeha jiyanê."

Pispor Munîr Edîb bal kişand ser berpirsyarên dikevin ser milên aliyan da ku dawî li xeteriya DAIŞ`ê bînin û wiha got: "Divê ji aliyê daneyan û istixbaratê ve hevkarî hebe, her wiha têkilî di navbera dewletên cîhanê de hebe da ku dawî li vê rêxistina tundraw bînin. Li aliyekî din jî divê li hemberî DAIŞ'ê stratejiyeke giştî hebe û li ser nîqaşan bê kirin. Di heman demê de rewşa her welatekî di şerê li dijî terorê de, bide berçavan û di têkbirinê de cudabûnê nexe navbera van rêxistinan. Ger ev rûbirûbûyîn ji aliyê civata navneteweyî be û di heman demê û li ser helwestekê be, ez bawer im wê çaxê em ê bibêjin, divê em planeke rasteqîn ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê diyar bikin."

 (şx-eh)

ANHA