‘Agirê ku rêber Ocalan beriya 50 salî pêxist, ji civakê re vejînek bû’

Hesen Koçer da zanîn ku tevlêbûna girseyî ya hemû pêkhateyan li pîrozbahiyên Newrozê, îspata bersivdayîna wan ji bo banga Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û got “Agirê ku rêber Ocalan beriya 50 salî pêxist, ji civakê re vejînek bû. Em niha ji qonaxa vejînê derbasî qonaxa azadiyê bûne."

‘Agirê ku rêber Ocalan beriya 50 salî pêxist, ji civakê re vejînek bû’
23 adar, 2022   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Bi dirûşma "Bi îradeya gelan em ê Newroza 2022`yan bikin Newroza azadiya rêber Apo" Newroz bi coşeke mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kantona Şehba, bajarê Helebê û Şamê hate pîrozkirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer ji ANHA`yê re diyar kir ku dirûşmeya Newrozê pir girîng e, ji ber girêdayî azadiya fîzîkî ya rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan e û wiha axivî: "24 sal e ku rêber Abdullah Ocalan di tecrîdê de ye û rastî îşkenceyeke piskolojîk tê. 24 sal e ku rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de bê navber tê dikoşe û li ber xwe dide."

Hesen Koçer diyar kir ku erêkirina gelê herêmê ji dirûşmeya Newroza îsal re, ji ber azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û gelê herêmê re pir girîng e û wiha domand: "Dîlgirtina rêber Ocalan, dîlgirtina îrade û azadiya gelan e."

‘GEL GOTINA XWE GOT; EM KOLETIYÊ QEBÛL NAKIN’

Koçer diyar kir ku tevlêbûna girseyî ji pîrozbahiyên Newroza îsal li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û cîhanê re berbiçav bû û teqez kir ku her kesî bi rêya helwesta xwe di pîrozbahiyên Newrozê re ji cîhanê re îsbat kir ku ew gelekî koletiyê qebûl nakin û wiha berdewam kir: "Gelekî ku xwedî îrade, netewe, çand, sîstem û rêxistin e. Gelê me dirûşmeya "Em ê bi îradeya gelan Newroza 2022`yan bikin Newroza azadiya rêber APO". Her wiha dirûşmeya biratiya gelan rakir. Ev yek li herêmên Reqa û Tebqayê xuya kir û ber çav bû. Ev îsbateke bû ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser esasê pîvana biratiya gelan hatiye avakirin."

Hesen Koçer got tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newroza 2022`an bi hezkirin û biratî, li ser esas û pîvanên neteweya demokratîk ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de hatine pêşkêşkirin pîroz kir û wiha axivî: "Newroza 2022`an de bi boral û berxwedaneke bilind hate pîrozkirin. Beşdarbûneke girseyî hebû. Ev jî nîşaneya hevgirtina di navbera tevahî pêkhateyên herêmê de ye. Newroza îsal bûyereke neteweyî ji bo gelê Kurd bû ku bi çand, dîrok û neteweya xwe hîs kir."

Koçer piştrast kir ku têkbirina êrişên dewleta Tirk moraleke bilind da gelê herêmê û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe hewl da ku îradeya gelê herêmê bişikîne. Ji ber vê yekê tecrîd li ser rêber Ocalan li Îmraliyê ferz kir, hevdîtina bi malbat û parêzerên wî re qedexe kir, êrişî HPG`ê kir lê tu encam bi dest nexistin. Her wiha dewleta Tirk got ew ê Kurdan qir bike lê Newroza 2022`yan îsbat kir ku gelê Kurd û gelê herêmê nayê tunekirin."

Hesen Koçer got tevlêbûna girseyî ya hemû pêkhateyan ji pîrozbahiyên Newroza Bakur û Rojhilatê Sûriyê re îspata diyar a bersivdayîna wan ji bo banga Tevgera Azadiya Kurdistanê ye ku naveroka wê girîngiya beşdarbûna tevahî gel ji pîrozbahiyên Newroza 2022`yan re bû û dirûşmeya "Bi îradeya gelan em ê Newroza 2022`yan bikin Newroza azadiya rêber Apo", her wiha îsbateke diyar ji pêkanîna felsefeya neteweya demokratîk li van herêman ku her kes tev li pîrozbahiyên girêdayî gelên ku li ser vê erdnîgariyê dijîn.

NEWROZA SALA 1973`YAN

Koçer di axaftina xwe de behsa dirûşma Newroza 2022`yan kir, her wiha got çavkaniya wê berxwedana Îmraliyê ye û ev tişt anî ziman: "Heke rêberê gelekî li ber xwe bide, ew gel dê berxwedanê bike heta were qirkirin jî. Beriya 50 salî ve agirê Newrozê hate pêxistin. Pêşketinên mezin hatin bidestxistin. Mirov dikare derbarê wê de çend gotinan bêje. Beriya niha Kurdan fedî dikir ku bêjin em Kurd in. Dîrok û çanda xwe nas nedikir. Her kesî êrişî wan dikir û parastina wan tune bû. Bilêvkirina navê Kurd û Kurdistanê qedexe bû. Heger bihata gotin jî dihatin girtin yan jî kuştin. Agirê Newrozê ku rêber Abdullah Ocalan ji beriya 50 salî ve pêxistiye vejîneke nû ji civakê re çêkir. Îradeya gelê Kurd ji nû ve derket holê. Gel gotina xwe got ku naveroka wê heger hûn me înkar bikin em niha xwediyê îrade û hêza parastinê ne. Em siyaset, dîrok û çandê nas dikin. Rihê me yê welatparêzî heye û niha tu kes nikare vê yekê înkar bike."

Koçer wiha domand: "Ji bo em rastiya tişta ku em dibêjin fehm bikin, di dema êrişên DAIŞ`ê de her kes sist û windayî bû. Hemû artêş li hember êrişên DAIŞ`ê lewaz bûn. Lê YPJ – YPG`ê û QSD`ê berxwedaneke mirovî û mezin li şûna tevahî cîhanê pêk anî. Ev berxwedan ji rihê Îmraliyê bû, ji rihê felsefeya neteweya demokratîk bû. Berxwedana ku gelê Kurd û gelê herêmê pêk anî cihek li gel tevahî cîhanê ava kir. Dema mirov navê Kurdan dibêje her kes dizane ku wan şerê DAIŞ`ê kiriye, şerê terorê kiriye û ji bo mirovahiyê tê koşiyane. Ev berxwedan ne ji xwe ve hate kirin lê belê ew encama berxwedana 50`î salên ku em behsa wan dikin. Ew encama fikir û felsefeyê ne. Gelê Kurd tabloyeke spî di dîwarê civaka navneteweyî û cîhanê de ava kir. Ev hemû jî bi saya têkoşîna rêber Ocalan e. Divê em vê rastiyê înkar nekin. Ji ber kesê ku vê rastiyê înkar bike bê wijdan e."

Koçer got: "Em niha ji qonaxa vejînê derbasî qonaxa azadiyê bûne. Em hewl didin sîstemeke demokratîk azad bi hemû pêkhateyên herêmê re ji Ereb, Suryan û Tirkmenan li gorî pîvan û bingehên neteweya demokratîk ku ji dibistana Îmraliyê derketine, ava bikin."

Koçer teqez kir ku gelê birêxistinkirî dikare parastina xwe bike û yê nebirêxistinkirî dê were tunekirin, mirov dikare vê yekê ji tecrubeya şerê Ukraynayê bigire û ya din ku mirov nikare xwe bispêre hêzên derve, xwespartina ji hêzên derve re ne rast e, divê mirov xwe bispêre hêza gel û wiha pê de çû: "Serokê Ukraynayê bang li gel kir ku dakevin kolanan. Ev yek tê wateya ku hêza gel mezin e. Her çi qas mirov xwe bispêre hêza gel û rêxistinê û xwe bipsêre parastina mirov, dê bi ser bikeve. Em di nava rastiyekê dijîn ku kesê xwedî bi hêz ê lewaz dixwe. Em ne di nava rastiya ku li ser nirx û pîvanên mirovahî, demokratîk û edaletê de dijîn. Ji ber wê jî her çiqas mirov xwe bispêre xwe, hêz xwe ya xweser û îradeya xwe, wê demê em ê bi ser bikevin. Ev yek nayê wateya ku têkiliyên xwe bi derve re qut bikin. Lê divê em nas bikin ku dewletên derve ne saziyên xêrê ne ku destekê bidin mirov. Heger berjewendiyên wan bi mirov re hebin dê destekê bidin û heke tune bin dê nedin."

Hesen di axaftina xwe de îşaret bi girîngiya ku gel nas bike ku şerê gel ê şoreşgerî bingeha mayînê ye û ev tişt bi lêv kir: "Pêwîstiya dîplomasiyê li Rojhilata Navîn bi hêzê heye. Ji ber wê jî divê mirov xwedî hêzeke rêxistinî, leşkerî û siyasî be. Heger mirov ne xwedî hêz be mirov dê nikaribe diplomatê pêk bîne. Yan jî girêdayî hêzekê be. Diplomat rastiyeke li Rojhilata Navîn e ku xwe dispêre hêzê. Geşedanên diplomata me piştî serkeftina Kobanê  pêş ket ji ber me DAIŞ`ê têk bir û gihaştin rizgarkirina Baxozê. Ev serkeftina tevahî gelan e."

Hesen Koçer teqez kir ku civaka xwe di warê siyasî, leşkerî û civakî de bi rêxistin dike, ji mafê wê ye ku azad bijî.

(bx)