Artêşa Tirk gundên Eyn Îsa topbaran kir 2 zarok birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojhilat û rojava yên navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran dikin.

Artêşa Tirk gundên Eyn Îsa topbaran kir 2 zarok birîndar bûn
22 adar, 2022   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xirbêt El-Bêda yê rojhilatê navçeya Eyn Îsa topbaran kirin.

Di encama topbaranê de du zarok birîndar bûn û navên wan wiha ne:

Mihemed Xelîl El-Hesan (12)

Eymen Hesen El-Hesan (12)

Her wiha da zanîn ku niha dewleta Tirk di van kêliyan de rawestgeha Seqir, rêya M4, kampa Eyn Îsa û gundê Mielek yên rojavayê navçeyê bi çekên giran topbaran dike.

ANHA