​​​​​​​ Zelensky: Di her çareseriyekê dê nêrîna gel esas bê girtin

Serokê DYA’yê got “Pûtîn difikire ku çekên kîmyewî û bîolojîk li dijî Ukraynayê bi kar bîne.” Zelensky jî ragihand ku ji bo çareseriyê dê nêrîna gel esas bê girtin.

​​​​​​​ Zelensky: Di her çareseriyekê dê nêrîna gel esas bê girtin
22 adar, 2022   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Bêyî ku delîlan bi bîr bixe, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden got tawanên Rûsyayê ne rast in ku li cem Kîevê çekên bîolojîk û kîmyewî hene û ji wan tawanan diyar dibe ku Vladimîr Pûtîn dixwaze wan çekan bi kar bîne.

Biden ji şîrketan xwest ku ji êrişên elektronîk baldar bin û got: “Ev lîstikeke Rûsyayê ye.”

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky jî ragihand di her çareseriyekê de dê nêrîna gel bê esasgirtin.

Hikumeta Ukraynayê diyar kir ku ew tu carî guh nade hişyariyên Rûsyayê û bajarên mezin mîna Kîev, Mariupol û Kharkiv dê li hember dagirkeriyê bisekinin û hemû benderên Ukraynayê girtî ne.

Girêdayî heman mijarê, li gorî ajansa nûçeyan a Was a Erebistana Siûdî, wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî mîr Feysel Bin Ferhan duh bi hempîşeyê xwe yê Rûs re axiviye. Bin Ferhan ji Sergey Lavrov re helwesta welatê xwe ji bo çareserkirina aloziya Ukraynayê bi rêbazên aştiyane û bi rêya diyalogê destnîşan kiriye.

Li gorî Reutersê hêzên Rûsyayê piştî 4 hefteyan jî bi rêya bombebaranê hewl didin wêraniyeke zêdetir di binesaziyê de çêkin.

Tê payîn ku Biden vê hefteyê biçe Ewropayê da ku civînan bi serokên hevalbendên re li dar bixe û mijara ferzkirina cezayên dîtir li ser Rûsyayê nîqaş bike. Koşka Spî got Biden beriya çûyînê, roja duşemê bi rêya telefonê bi serokên Ewropayê re “rêbazên hovane” yên Rûsyayê nîqaş kirine.

Nûnerê polîtîkaya û têkiliyên derve yê Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell duh beriya civîna bi wezîrên karên derve û parastinê yên YE`yê re ya taybet ji bo nîqaşkirina ferzkirina cezayên din li dijî Moskovê, axivî û operasyonên artêşa Rûsyayê yên li dijî Mariupolê şermezar kirin û bi sûcê şer ê herî mezin bi nav kir.

Lê wezîran li ser ferzkirina cezayan li ser enerjiyê li hev nekir, ji ber ku Almanya herî zêde petrola Rûsyayê bi kar tîne.

(şx)