Rojnameyên erebî: NY hêvî dike ku pêşketinek di civîna Komîteya Destûrê de pêk were

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî civîna bê ya Komîteya Destûrê, kar û barên Iraqê û rewşa li Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: NY hêvî dike ku pêşketinek di civîna Komîteya Destûrê de pêk were
22 adar, 2022   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

‘NY HÊVÎ DIKE PÊŞKETINEK DI CIVÎNA KOMÎTEYA DESTÛRÊ DE PÊK WERE’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Nûnerê taybet ê NY`yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen hêvî kir ku pêşketinek di civîna dan û standinanên komîteya destûrê de pêk were ku tê payîn hefteya bê li Cinêvê li dar bikeve.

Pedersen diyar kir ku serokên şandeyên opozîsyonê û rejîma Sûriyê di civîna dawîn de li ser hin xalan li hev kiriye, bi taybet dîtina mekanîzmeyeke baştir ji bo nîqaşkirina bendên destûrê.

Pedersen roja yekşemê bi her du aliyan re civiya ku tê de li ser 4 xalan li hev kirin da ku hefteya bê nîqaş bikin.

Piştî civînê Pedersen, El-Kizberî û El-Behra bi 15 endaman re civiya ku di nav de şandeya civaka sivîl heye. Pedersen civîn bi erênî nirxand û hêvî kir ku di hefteya bê de pêşketinek pêk were."

‘JI BER NAKOKIYAN EL-SADIR PIŞTA XWE DA YÊN SERBIXWE’

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Çavkaniyên siyasî yên Iraqê diyar kir ku ji ber nakokiya bi Çarçoveya Koordînekirî re, Muqteda El-Sadir berê xwe da kesên serbixwe da ku hikumeta piraniya nîştimanî bi ser bikeve.

Heman çavkaniyên siyasî diyar kir ku Muqteda El-Sadir ji vê yekê dixwaze ji aliyê din re nîşan bide ku alternatîfên hazir hene ku dikare dev ji her hevbendiyekê berde. Lê çavkaniyan hişyarî da ku ev vebijêrka El-Sadir ne hêsan e.

Tê payîn ku parlamentoya Iraqê şemî civîna hilbijartina serokkomarê nû li dar bixe, piştî ku gelek caran ji ber planên Mesûd Barzanî hatiye derengxistin."

‘LUBNAN DI RÊZA KÊXWEŞIYÊ DE DAWÎN E’

Der barê rewşa Lubnanê de jî rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Li gel rewşa jiyanî, civakî, aborî, malî û sazî ya paşketî li Lubnanê, di lîsteya “welatên herî kêfxweş li cîhanê” de Lubnan piştî Efganistanê di rêza herî dawî de ye.

Li gorî rapora ku bi çavdêriya NY`yê her sal derdikeve, ev lîste li gorî kêfxweşiya cîhanî tê sinifandin. Tê de pîvanên wekî hevgirtina civakî û duristbûna hikumetan esas tê girtin.

Lê ji ber rewşa aloz a li Lubnanê, NY`yê Lubnan li rex Efganistan û Zîmbabweyê wek “dewletên herî hejar” sinifandin."

(şx)